Huseyîn Denîz hat bîranîn

Huseyîn Denîz hat bîranîn

Nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz ê di sala 1992'an de li Rihayê di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ji bo nûçegîhanê Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz ku di sala 1992'an de hat qetilkirin bernameya bîranînê hat lidarxistin. Endamên MEYADER, rêxistina BDP'ê ya navçeyê, xwîşk, zarok û xizmên Huseyîn Denîz û gelek kes tevlî merasîma bîranîna nûçegîhanê Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz bûn. Merasîm bi rêzgirtinê destpêkir û rêvebirê BDP'ê Mehmet Doluk da zanîn ku Huseyîn Denîz di rêya têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest daye.

Xwişka Huseyîn Denîz Adîle Denîz Surer da zanîn ku 21 sal in kujerên birayê wî nehatine aşkerakirin û divê sedema aşkerenekarina kujeran bê lêpirsîn. Surer wiha axivî: "Mîrateya herî girîng ku wî ji me re hiştiye felsefeya wî ya têkoşîna azadiyê ya ji bo gelê xwe ye. Em ê heta dawiya emrê xwe li vê mîrateyê xwedî derkevin." Surer bang li hemû kesî kir ku li pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin xwedî derkevin. 

Piştî merasîma li ser goristanê girse derbasî avahiya BDP'ê ya Serêkaniyê bû û malbatê li vir serlêdan qebulkirin.