Huseyîn Denîz li Serêkaniyê ya serxetê hat bîranîn
Huseyîn Denîz li Serêkaniyê ya serxetê hat bîranîn
Huseyîn Denîz li Serêkaniyê ya serxetê hat bîranîn
Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê, Huseyîn Denîz di 1992'yan de li Rihayê rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Huseyîn Denîz di 21'emîn salvegera şehadeta xwe de li Serêkaniyê hat bîranîn. Xwîşka Huseyîn Denîz Adîle Denîz Surer da zanîn ku 21 sal in kujerên birayê wî nehatine aşkerakirin û divê sedema aşkerenekarina kujeran bê lêpirsîn.
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ji bo nûçegihanê Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz ku di sala 1992'yan de hat qetilkirin merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Endamên MEYA-DER, rêxistina BDP'ê ya navçeyê, xwîşk, zarok û xizmên Huseyîn Denîz û gelek kes tevlî merasîma bîranîna Huseyîn Denîz bûn. Merasîm bi rêzgirtinê destpêkir û rêveberê BDP'ê Mehmet Doluk da zanîn ku Huseyîn Denîz di rêya têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest daye.
Xwîşka Huseyîn Denîz Adîle Denîz Surer da zanîn ku 21 sal in kujerên birayê wî nehatine aşkerakirin û divê sedema aşkerenekarina kujeran bê lêpirsîn. Surer wiha axivî: "Mîrateya herî girîng ku wî ji me re hiştiye felsefeya wî ya têkoşîna azadiyê ya ji bo gelê xwe ye. Em ê heta dawiya emrê xwe li vê mîrateyê xwedî derkevin." Surer bang li hemû kesî kir ku li pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin xwedî derkevin.
Piştî merasîma li ser goristanê girse derbasî avahiya BDP'ê ya Serêkaniyê bû û malbatê li vir serlêdan qebûl kirin.