Huseyîn Mahîr li Romayê hat bîranîn
Huseyîn Mahîr li Romayê hat bîranîn
Huseyîn Mahîr li Romayê hat bîranîn
Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Kadîr Çelîk (Huseyîn Mahîr) ê par li Çiyayê Kato ji ber teqîna mayinê jiyana xwe ji dest da, li paytexta Îtalya Romayê bi civînekê hat bîranîn.
Di civîna bîranînê ya li Komeleya Çanda Kurd a li Romayê de gelek welatparêzên Kurd amade bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Cemşît Agirî axivî û behsa Huseyîn Mahîr kir.
Agirî da xuyakirin ku di dema geşbûna serhildanên li Kurdistanê de Mahîr dest ji leşkeriyê berdaye û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û zêdeyî 20 salan li refên gerîla wezîfeya pêşengiya gerîla û partiyê meşandiye. Agirî di axaftina xwe de bang kir ku her kes bi hêzeke mezin tevlî têkoşînê bibin da ku hêjayî şehîdên têkoşîna azadiyê bibin.
Civîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.