IAEA: Em bi Îranê re nêzî îmzekirina peymanê ne

IAEA: Em bi Îranê re nêzî îmzekirina peymanê ne

Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) Yûkiya Amano piştî hevdîtinên li Tehranê pêk anîn, ragihand ku ew bi Îranê re nêzîkê îmzekirina peymanê ne.

Serokê IAEA’yê Amano diyar kir ku dê ev peyman ji bo xebatên lêkolînên nukleerî dê ji xurtkirina hevkariya IAEA û Îranê re bibe alîkar. Amano destnîşan kir ku ew li bendê ne ku di demek nêzîk de bi Îranê re peyman îmze bikin.

DYA û mitefîkên wê Îranê bi pêşxistina çekên nukleerî tawanbar dike. Tehran jî diyar dike ku ew ji bo armancn sivîl û mirovahî bernameya nukleerê pêş dixe.

Serokê IAEA’yê di vegera xwe ya ji Tehranê de li Viyanayê daxuyanî da û got; “Biryara encamdayîn û îmzekirina peymanê hat dayîn. Ez dikarim dê ev peyman di demek pir nêzîk de bê îmzekirin.” Amano diyar kir ku wan hevdîtina bi sermuzakerevanê nukleerê yê Îranê Saed Celilî re li Tehranê pêk anî û got; “Me pozîsyona hev du baştir fêm kir.”

Amano got ku wana roja di hevdîtinê de baregeha leşkerî ya Parchinê jî aniye rojevê û diyar kir ku ev mijar jî dê bibe parçeyek ji peymanê.

Di dema vê daxuyaniya Serokê IAEA’yê Amano de, Senatoya DYA’yê bi armanca Îran dest ji bernameya xwe ya nukleerî berde, pêşnûmeyek der barê şidandina pêkanînên li ser Îranê de erê kir.