Îdîanameya Licê: Têkildarî PKK’ê tu delîl nînin

Îdîanameya Licê: Têkildarî PKK’ê tu delîl nînin

 Der barê Qetlîama Licê de îdîanameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê dihat amadekirin temam bû. Di îdîanameyê de tê diyarkirin ku roja bûyerê têkildara îdîaya ku PKK’ê roja bûyerê êrîşî Licê kiriye û Tuggeneral Aydin kuştiye tu delîl nehatine dîtin, êrîş li hemberî avahiyên DEP’iyan û gelê sivîl hatiye kirin û li hemberî avahiyên leşker û polîsan tu êrîş pêk nehatine.   Di îdîanameyê de hat xwestin ku Fermandarê Alaya Amedê Albay Eşref Hatîpoglu bi “muebbeta girankirî” were cezakirin.  

Lêpirsîna 20 salan a der barê bûyera 22’ê Cotmeha sala 1993’yan de ya mirina 16 kesan a Tuggeneral Bahtiyar Aydin jî di nav de îdîaname hat temamkirin.  Di îdîanmeyê de der heqê şerê tê îdîakirin 11 saetan berdewam kiriye de ku tê gotin polîsek bi sivikî birîndar bûye de tê destnîşankirin ku îfadeya wî polîsî nehatiye girtin û wiha didome, “Tu terorîstek ne mirî û ne jî birîndar nehatine girtin, der barê 54 kesên hatine binçavkirin de tu belge û zabitname nehatine girtin, maşîneya zirxî ya tê îdîakirin roket lê ketiye tenê xêz lê ketiye, di avahiya şaredarî û maşîneyên şaredariyê de ku şaredarê wê ji endamê DEP’ê ye zerar û ziyan rû daye, lê belê di avahiyên polîs û leşkeran de zerareke zêde mezin pêk nehatiye, der barê hemwelatiyên Licê de bê çi awayî hatine kuştin û birîndarkirin de tu lêkolînek nehatiye kirin. Têkildarî kuştina mamoste Alî Nurettîn Soyer de li ser daxwaza xizmên wî  ji aliyê cendermeyan ve tenê cihê lê jiyana xwe ji dest daye krokiyek hatiye çêkirin û ji dozgeriyê re hatiye şandin.”

DER BARÊ OZKAN DE DELÎL NÎN IN

Di îdîanemeyê de tê diyarkirin ku der barê Emîn Ozkan ê bi îdîaya Bahtiyar Aydin kuştiye û hatiye mehkumkirin de tu delîlên piştrast bike ku Ozkan beşdarî vê çalakiyê bûye nîn in. 

DI BIRYARGEHA JÎTEM’Ê DE JÊPIRSÎN Û ÎNFAZ

Dozger  Osman Coşkun, di beşa “encam û daxwaz” a îdîanameyê de li ser cinayetên kiryar nediyar radiweste û wiha dibêje, "Di pêvajoya ku bûyer pêk hat de, gelek kesên zarokên wan beşdarî rêxistina terorê bûne, kesên hatine îxbarkirin û wer dihat zanîn ku têkiliya wan bi rêxistinê re hene bi awayekî li derveyî qanûnê û bi xapandinan hatine desteserkirin û birine  biryargeha JÎTEM’ê ya li Saraykapi. Piştî bi êşkenceyê hatine jêpirsînkirin hatine înfazkirin. Di hin rewşan de jî sûîqest hatine kirin, bombe di maşîneyan de hatine bicihkirin û teqandin û bi vî awayî xwestine mirovan bitirsînin. Bi van pêkutiyan re mirov ji dewletê sar bûne û hejmara kesên derketine çiyê zêde bûne.”

Dozger Coşkun dide destnîşankirin ku bi qetilkirina şexsiyetên wek Musa Anter û Vedat Aydin ên li herêmê tên naskirin û hezkirin re, dîsa bi şewitandin û valakirina  gundan, du caran şewitandina Licê û qetilkirina gelek hemwelatiyan re, gel teşwîqî şerê çekdarî hatiye kirin.      

TU DELÎLÊN KU PKK'Ê EW KUŞTIBE NÎN IN

Di îdîanameyê de tê gotin tu delîlên nîşan bide bê PKK’ê êrîşî Licê kiriye û Tuggeneral Aydin kuştibe nîn in û hatiye tespîtkirin ku PKK’ê ev çalakî li dar nexistiye.  

DI ÎDÎANAMEYÊ DE SUSURLUK TÊ BIBÎRXISTIN

Di îdîanameyê de ku biryara di "Doza Susurluk " tê bibîrxistin de wiha tê gotin, "Ev tespît çi di aliyê pêkhateyî çi jî di aliyê rêbaz de pir dişibe hev. Dema mirov tevayî delîlan tîne ber hevdu tê dîtin ku rêxistinbûyîna ku gumanbaran çêkiriye di çarçoveya ‘Bi armanca sûc avakirina rêxistinê û endamtiya rêxistinê” ye.    

Di îdîanemeyê  ev xusûs jî tên diyarkirin,  “Hatiye fêmkirin ku ji gumanbaran Tunay Yanardag bi îtîrafkarekî bi navnas Cemîl re bi rapora amade kirine hiştine ku Bahtiyar Aydin bê Licê û ew dane kuştin. Gumandar Eşref Hatîpoglu jî operasyon bi rê ve biriye, bûye sedema 14 hemwelatiyan û birîndarkirina gelek kesan.”    

Di îdîanameyê de der heqê Yanardag û Hatîpoglu de cezayê muebbeta girankirî û û 24 sal ceza hat xwestin. Di rojên pêşiya me de wê dadgehkirina bersûcan destpê bike.