Îdîaya leşkerên Îngilîz li Sûriyeyê ne

Îdîaya leşkerên Îngilîz li Sûriyeyê ne

Hat angaştin ku zêdetirê 200 leşkerên girêdayê hêzên taybet ên Îngilîz, bi hinceta dê cihê çekênkîmyewî diyar bikin, şandine Sûriyeyê.

Dewletê Rojava yên ku ji bo destwerdana Sûriyeyê li hincetan digerin, hewl didin bi hinceta çekên kîmyewî zextan bişidînin. Îngilîstana ku piştiriya sîxûrî dide muxalîfên Sûriyeyê, ket pey çekên kîmyewî yên ku tê îdîakirin di destê Sûriyeyê de ne. Li gorî îdîyaa rojnameya Daily Starê, zêdetirê 200 leşkerê girêdayî hêzên taybet ên Îngilîz, çûne Sûriyeyê û li çekên kîmyewî yên Sûriyeyê digerin.

Tê zanîn ku Hêzên Taybet ên Înglîstanê (SAS) operasyonên berfireh li dar dixe. Di dema şerê cîhanê yê duwemîn de, bi fermana Serokwezîr ‪Winston Churchill SAS ya bi armanca “leşkerên taybet ên ku bikarin li ser xeta dijmin an jî li ser xaka dijmin wezîfeya xwe pêk bînin” SAS hate avakirin. Niha jî li çekên kîmyewî yên Esad digere. Komandonyên SAS’ê yên ku li kampên muxalîfan ên Sûriyeyê perwerde didin, bi fermana rêveberiya Londonê ketin nava axa Sûriyeyê. Li gorî nûçeya rojnameya Daily Star dispêre rayedarên leşkerî, zêdetirê 200 leşkerê girêdayî hêzên taybet ên Îngilîz, çûne Sûriyeyê û li çekên kîmyewî yên Sûriyeyê digerin.