Îdiaya li Bane 3 Kurd hatin qetilkirin

Îdiaya li Bane 3 Kurd hatin qetilkirin

Li bejahiya bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê 3 Kurd ji aliyê Muhafizên Şoreşê ên Îranê ve hatin qetilkirin. Çavkaniyên Îranê dane diyarkirin ku, roja Înê li derdora demjimêr 16:00’an li dora gundê Wîzmeleyê di navbera komek çekdar û Muhafizên Şoreşê ên Îranê şer derketiye. Di van pevçûnan de hate ragihandin ku, Hoşyar (Rêbwar) Ezîz Nîjad, Azad Salim û kesekî navê wî nehate zanîn hatine kuştin. Di pevçûnan de kesê binavê Emced Tam jî giran birîndar bûye.

Fermandarê muhafizên şoreşê yê eyaleta Kurdistanê General Mihemed Hesen Recebî daxuyaniya ku li malpera Beytul Muqeddeya ya Kurdistanê dayî îdiakir ku, roja Înê li Banê pevçûn rûdaye û got, di pevçûnê de 3 kes mirin û 3 kes jî hatine girtin. Heya niha tu kesê pevçûn negirtiye serxwe.

10’ê Cotmehê di pevçûnek ya li herêma Banê de 6 endamên muhafizên şoreşê hatibûn kuştin. Piştî vê pevçûnê hêzên rejima Îranê li herêmê operasyon dan destpêkirin û gelek kes binçavkiribûn.

Li aliyê din jî hate ragihandin ku, di demjimêrên şevê ên roja Şemiyê di navbera hêzên rejima Îranê û komên çekdar de li sinorê eyaleta Sîstan û Belûcistanê pevçûnan rûda û di pevçûnan de 18 kes hatibûn kuştin. Li gorî nûçeyên di çapemeniya fermî ya Îranê de, pevçûn li gel koma çekdar ya binavê Ceyşul Edl pêkhatiye û di van pevçûnan de 4 muhafizên sinor ên Îranê hatin kuştin.