Îdîaya li Derayê komkujî

Îdîaya li Derayê komkujî

Muxalîfên Sûriyeyê îdîakirin ku, li navçeya Dereayê ya nêzî Şamê hêzên rejimê komkujî pêkanî û ji 200’an zêdetir kes kuştine.

Daxuyaniya ku ji aliyê Komîteyên Koordînasyonên herêmî yên muxalîfan ve hatî kirin, hate ragihandin ku, hêzên rejimê li Darayê komkujî pêkaniye, mirov înfaz kirine û termên wan şewitandine. Vîdeoyekî têkildarî îdîayê hatî weşandin, li mizgeftekê termên li rex hev rêz kirî xuya dikin. Muxalîfan îdîakir ku, piraniya kesên jiyana xwe ji dest dayîn di serdegirtinên malan de ser û singên wan hedef hatine girtin.

Mala Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê ku navenda wê li Îngilîstanê ye da diyarkirin ku, artêşa Sûrî di êrîşên 5 rojan yên li Darayê berdewam kirî de, roja Şemî û Yekşemê de 320 kes kuştine. Mala Çavdêriyê bûyera li Darayê weke komkujiyekî li hemberî muxalîfan binav kir.

Televîzyona dewleta Sûriyeyê jî di derbarê îdîaya muxalîfan de nirxandinek nekir û ragihand ku, ‘Daraya ji pîsatiya terorîstan paqij kirin’.

Artêşa Sûrî operasyonekî mezin li ser bajarê Daraya ya ku şêniya wê 200 hezare û di destê muxalîfan de ye pêkanî û duh girtibû dest.