Îdîaya li Êlihê leşkerekî întîhar kir
Îdîaya li Êlihê leşkerekî întîhar kir
Îdîaya li Êlihê leşkerekî întîhar kir
Hat îdîakirin ku li navçeya Damalê ya Erdexanê leşkerê ji Êlihê Mahsun Adlig (20) întîhar kir.
Hat îdîakirin ku, leşkerê Kurd ê ji Êlihê Mahsum Adlig yê 20 salî dema li navçeya Damalê ya Erdexanê leşkerî dikir întîhar kiriye. Adlig ku 4 mehin leşkere 15 roj berê çûn Erdexanê. Rayedarên leşkeriyê duh li malbatê geriyan û diyar kirin ku, kurê wan întîhar kiriye. Cenazeyê Aldig despêkê birin Morga Nexweşxaneya Damalê û piştre ji bo rapora otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Trabzonê. Piştî raporê dê cenaze bişînin Êlihê.