Îdiaya li Hamayê 86 kes hatine kuştin

Îdiaya li Hamayê 86 kes hatine kuştin

Konseya Netewî ya Suriyeyê diyar kir ku hin hêzên alîghirên hikûmetê êrîşê du gundê girêdayên bajarê Hama kirine û herî kêm 86 kes mirine. Rêveberiya Şamê jî ev îdia derewand. Lê piştî pevçûna di navbera leşker û komên terorîst te hatin jiyîn hate hînbûn kuli gundan ceset hene.

Ji Konseya Netewî ya Suriyê berdevkekî got, gundên Kubery û Marzaf yên girêdayê bajarê Hama rastî êrîşê hêzên alîgirên hikûmetêhatine û 86 kes mirine. Heta hînbûn ji kesên mirî ji 20’an zêdetir zarok û 20 jî jinin. Hate gotin ku ev êrîş ji aliyê mîlîsên alîgirên rêveberiya Şamê ya bi navê Sabîha hatine pêk anîn. Hate hînbûn gelek kes bi kêran hatine kuştin û hin xanî jî agir berdanê. Komîteya Koordînasyona Herêmî jî da zanîn ku ji gundê Kubyer 35 kes ji heman malbatê ne û bi giştî 78 kes mirin.e

Rayedarên Suriyeyê ev îdiayên komkujiyê red kir. televîsyona dewleta Suriyê ye jî da zanîn ku li ser giliyên welatiyan hêzên ewlehiyê li gundê Kubeyr li qadeke ku komek terorîst li wir bûne opoerasyon pêk anîne û hate gotin leşkera du jin û çend zarokên kuştî dîtine. Der barê mijarê de hikûmetê di televîzyonê de da zanîn ku ‘Komeke terorîst sûcê qirêj kiriye.”

Nûçeya komkujiyê hêj ji aliyê çavkaniyên serbixwe nehatiye piştrastirin. Li Hulayê du hefte brê komkujiyek pêk hatibû. Her wiha ev bûyer jî fikaran zêde die. NY’yê rêveberiya Şamê berpirsyar dîtinû. Di komkujiya Hulayê de 108 kes hatibûn qetilkirin.

Malaşopandinê ya Mafê Mirovan a Suriyeyê li navenda wê li Îngîlîstanê ye, bang li şopdarên NY yên li Suriyeyê kir û gotin bila biçe li wan gudan lêkolînê bike. Li Suriyeyê di çarçoveya plana şatiyê ya Kofî Annana k udi meha nîsanê de nûnerê Taybet yê NY’ê hate hilbijartin, 297 çavdêr li wir hene.