Îdîaya ser gora komî hat nixumandin

Îdîaya ser gora komî hat nixumandin

Gora Komî ya di dema çêkirina rêya navbear gundê Sîgûrpaşa ya navçeya Şirnex Elkê û navçeya Wan Şaxê de derket holê û tê de hestiyê serê 40 mirovan hat dîtin, tê gotin ser wê hatiye nixumandin û rê hatiye çêkirin.

Li gorên komî yên di salên dawî de li Kurdistanê derketin holê, yeka din zêde bû. Dema di navbera gundê Sîgûrpaşa yê navçeya Şirnex Elkê û navçeya Wan Şaxê de rê dihat çêkirin, koreke komî ya tê de hestiyên mirovan hebû, derket holê. Lê belê di ser gora komî rê hat çêkirin. Gundî îdîa dikin ku gor a Ermeniyan e, Mazlûm-Der û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Wanê dan xuyakirin ku ewê dest bi kar û barên huqûqî bikin.

MAZLÛM- DER: TIRKIYE WELATEKÎ GORÊN KOMÎ YE

Serokê Mazlûm-Der Şaxê Wanê Yakûp Aslan der barê mijarê de axivî û diyar kir ku hestî yên kê bin jî Tirkiye neçare li gorî Protokola Mînnesota tevbigere û got, "Beriya her tiştî dema hestî hat dîtin, ev komî jî dibe, hestiyê yek kesî jî dibe, divê li gorî usûl û qaydê wê nêzî cenaze bibin. Tirkiye bingeheke gora komî ye. Ji ber bûyerên kuştin nediyar, bi deh hezaran mirovên me di gorên komî de hatine biaxkirin. Cenazeyên gerîlayên PKK'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan, radestî malbatên wan nehatin kirin û di gorên komî de hatin veşartin. Beriya her tiştî divê ev gorên komî bên vekirin û hestiyên mijara gotinê bên tespîtkirin. Nixumandin gora komî ya li navçeya Şaxê û çêkirina rê li ser vê gorê, sûc e. Her hestiyên ji erda Kurdistanê hatiye dîtin, divê li gorî usûla wê bê derxistin. Yên ku li ser gora komî ya mijara gotinê rê çê kirine, sûcê mirovahiyê kirine. Divê tavilê li wê derê xebat bên destpêkirin û hestî ji nû ve bên dîtin. Pêwîste xebatên çêkirina rê tavilê bên rawestandin û Protokola Mînnesota bicih were anîn. Divê hestî ji aliyê pisporan ve bên derxistin û mîna xebateke arkeolojîk tê meşandin, delîl werin komkirin. Weke Mazlûm-Der piştî ku me bi ÎHD û Baroya Wanê re der barê bûyerê de bi hev şêwirîn, emê dest bi kar û barên huqûq bikin û bixwazin ku li herêma hestî lê hatine dîtin, xebat destpê bikin.

ÎHD: EMÊ YA PÊWÎST BIKIN

Serokê ÎHD'ê Şaxê Wanê Omer Işik jî da xuyakirin ku ewê der barê mijarê de karên pêwîst bikin û got, "Gorên komî yên di salên dawî de ji binê vî erdî derket holê nîşan didin ku di nava 100 salên dawî de li vê derê çi hatiye jiyîn. Pêvajoyeke ku ji sala 1915'an ve destpê kiriye heye. Li gel vê pêvajoyeke 30 salan a şer heye. Di vê pêvajoyê de mirov bi awayekî komî hatin binaxkirin. Der barê gora komî ya li Şaxê derketiye holê, weke ÎHD emê berpirsyariyên xwe bicih bînin."