ÎHD: Dest ji van lîstikên xetere berdin
ÎHD: Dest ji van lîstikên xetere berdin
ÎHD: Dest ji van lîstikên xetere berdin
Serokê ÎHD şaxê Amedê Racî Bîlîcî bernedana parlamenterên BDP'ê şermezar kir û bang li dadgerî û hikûmetê kir ku dest ji van lîstikên xetere berdin.
Serokê ÎHD Şaxê Amedê Racî Bîlîcî biryara 5. û 6. Dadgehên Cezayên Giran ên Amedê bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku bi biyara hatiye dayîn re piştrast bûye, ku operasyona girtina siyasetmedarên Kurd, operasyonên siyasî ye.
Bîlîcî da zanîn ku li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der heqê parlamenterê CHP'yî Mûstafa Balbay de daye, divê parlamenterên Kurd jî bên berdan û got, "Lê mixabin, dadgerî bi awayekî siyasî tevgeriya, helwest û nêzîkatiyeke dijminane nîşan da. Ev biryar dê bi awayekî cidî zerarê bide aştiya civakî. Em ji vê derê bang li dadgerî û hikûmetê dikin; Dest ji van lîstikên xetere berdin. Divê dadgerî van biryarên xwe di ber çavan re derbas bikin. Bi nirxên civakê nelîzin, hurmetê nîşanî vîna siyasî ya Kurdan bidin. Eger ev pêkanîn bi vî rengî dewam bikin, dê aştiya civakî ya li welêt zerareke mezin bibîne. Vana lîstikên xetere ne."