ÎHD: Divê dewlet dest ji fêrbûnên xwe yên berê berde
ÎHD: Divê dewlet dest ji fêrbûnên xwe yên berê berde
ÎHD: Divê dewlet dest ji fêrbûnên xwe yên berê berde
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê ya Mereşê di daxuyaniya ku bi şîara “Ji şer re na, ji şer re bêje bes e” destnîşan kir ku parêzvanên mafên mirovan her tim bûne alîgirê aştiyê û ji niha şûn ve jî wê wisa be.
Şaxa ÎHD’ê ya Mereşê bi şîara “Ji şer re na, ji şer re bêje bes e” li Caddeya Trabzon li ber Navenda Kargeha Rêveberiya Taybet daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de ligel nûnerên ÎHD’ê yên Mersîn, Tarsus, Dîlok, Hatay, Edene, Skenderun Rêxistina BDP’ê ya Mereşê nûnerên HDP’ê û endamên Egîtîm Sen beşdar bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên “Şer rawestînin bafirokan bilind bikin”, “Em bêdeng neman em ê Bêdeng nemînin” hatin hilgirtin û dirûşmayên “Bijî biratiya gelan” hatin berzkirin. Piştî dirûşmayan daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD’ê Selçuk Delîbaş ve hat xwendin. Delîbaş diyar kir ku wek parêzvanên mafê mirovan hem li hundir û hem jî li derve li dijî şer derketine û got, “Li her cihê ku hêzên emperyalîst mudaxele dikin de bi milyonan mirov tên kuştin, xweza xera dibe, mirov xizan dibin û têne kolekirin.”
‘AKP, PIŞTGIRIYA EL NUSRA DIKE’
Delîbaş, di dewama axaftina xwe de diyar kir ku AKP ji aliyekî ve hevdîtînên aştiyê pêk tîne û ji aliyê din ve jî piştgiriyê dide EL Nusra û bi vî awayî qetilkirina kurd, elewî û gelên din erê kiriye. Delîbaş axaftina xwe wiha domand: “Bi rastî em dibînin ku li her cihî polîtîkaya şer dişopînin. Ji ber di pirsgirêka kurd de tu gavên erênî neavêtiye.”
‘EM Ê TIMÎ ALÎGIRÊN AŞTIYÊ BIN’
Delîbaş got ku bi civaka elewiyan a wek ên din hatiye dîtin û rastî qetlîaman hatiye lihevhatin û baweriya wan qezenckirin wezîfeya dewletê bi xwe ye. Delîbaş axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Em dixwazin navên ku qetlîaman tîne bîra mirov tavilê bên guhertin. Navên gundên elewiyan ên berê werin îadekirin. Em ê timî û li her cihî alîgirên aştiyê bin û aştiyê biparêzin.”