ÎHD: Dîwar pêvajoya çareseriyê demokratîk dixe nava telûkeyên mezin
ÎHD: Dîwar pêvajoya çareseriyê demokratîk dixe nava telûkeyên mezin
ÎHD: Dîwar pêvajoya çareseriyê demokratîk dixe nava telûkeyên mezin
Şaxên ÎHD'a Mêrdîn û Amedê û Baroya Mêrdînê li ser Sinorê Nisêbînê ku diwarê şermê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê lêkirin lêkolîn kirin û rapor amade kirin. ÎHD'ê rapor amade kir û diyar kirin ku armanc û wateya vî dîwarî pir cuda ye û ev dîwar "Pêvajoya Çareseriya Demokratîk" dixe nava talûkeyek mezin.
Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Mêrdînê û Baroya Mêrdînê li ser "Dîwarê şermê" ku di navbera Nisêbîn û Qamişloyê te tê avakirn lêkolîn kirin û rapor amade kirin. Di paropê de hat diyarkirin ku di navbera Sûriyê û Tirkiyeyê de dîwarê şermê tê avakirin û wiha hat gotin: "Bi taybetî dîwar di nava bajarên ku nêzî hevin û sînor ew kirine du qet tên avakirin. Di navbera Nisêbîn û Qamişlo, di navbera Serêkaniya serxet û binxet, di navbera Dirbêsiya serxet û binxet û di navbera Kîlîs û Efrînê de dîwar tê avairin. Bi taybetî li van deran bajar bûne du perçe û dîsa dixwazin bi vî diwarî bi temamî welatiyan ji hev qut bikin.
Di beşa nirxandinê de hat diyarkirin ku Di sala 1921'an de bi peymana Enqereyê, di sala 1923'an de bi peymana Lozane sînorê Tirkiye û Sûriyê erdnîgariya kurdan kiriye 2 perçe û gelek bajarên kurdan bi xeta sînor bûne 2 qet. Di berdewama raporê de hat zanîn ku sînor axa kurdan perçe kiriye û bajar qut kiriye û wiha hat gotin: "Bi vî sinor û têlên kelem mirovên van bajaran jî bûne du perçe û ji hev hatine qutkirin. Di sala 1956'an de di serdema Partiya Demokratê de 600 hezar mayîn li ser vî sînorî hatin çandin. Li ser vî sinorî ji ber van telan û mayînan bi hezaran kurd dema xwestin biçin xizmên xwe bibînin bi mayînan birîndar bûn, seqet man û jiyana xwe ji deset dan.
Tirkiye di 1'ê Adara 1999'an de bi boneya mayînên li ser sînorê xwe paqij bike peymana antî-personel îmze kir. Di sala 2003'an de îmze avêt bin peymana Ottowa. Li gorî peymanê diviya bû di sala 2004'an de dest bi paqijiya mayînan bikira û di nava 10 salan de hemû mayin paqij kiribûna, lê heta niha tu mayîn nehatine paqijkiri û tu gav nehatiye avêtin. Li şûna mayînên li ser sînor paqij bike, dijberi vê yekê li ser sînor "Dîware şermê" lê dike.
Di raporê de hat diyarkirin ku têkildarî sînor bi gelê Nisêbînê, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkon hevdîtin pêk anîn û nerînên wan girtin. Di raporê de hat zanîn ku rayedarên dewletê û Qeymeqamê Nisêbînê Abdulhalim Can bi sedema li dijî bajar e randevû nedaye wan û nekarîbûn hevdîtinê pêk bînin.
Di raporê de mijarên hatin tespîtkirin:
"* Di navbera sînorê Nisêbîn û Qamişlo de 500 metre dûrî Navenda Çanda Mitannî di nava têlên bi kelem hîmê dîwar tê avêtin. Dîwar 3 metre hatiye bilindkirin.
* Ji destpêka dîwar heta dawiya dîwar niha 1000 metre (1km) koncalên hîmê dîwar hatiye kolandin.
* Dîware tu tê xwestin bê avakirin li Nisêbînê aramî xera kiriye û gelê Nisêbînê ji ber vê yekê bi fikar û bêzar e. Di hevditinan de hemû gelê Nisêbînê ji ber vê yekê bi bertek û aciz e."
Encama lêkolînê:
* Têkildarî mijarê rayedarên fermî nexwestin daxuyaniyê bidin û ji daxuyaniyê reviyan.
* Bi xwestina avakirina dîwar dixwazin şert û mercên şer ava bikin û dê zerarê bidin pêvajoya çareseriya demokratîk. Ev diwar di qada navneteweyî de rewatiya wî tune.
* Divê hinceta ewlehiyê ji sedema aştiyê pêş neyê girtin.
* Di avakirina dîwar de wekî li welatên din jî hat dîtin ku tê xwestin ku gelan ji hev qut bike.
* Li dijî Gelê Rojava amborgoyek mezin heye û derî li ser gelê Rojava hatiye girtin. Lê li aliyê din çeteyan dişînin Rojava û derî ji çeteyan re vekiriye.”