ÎHD: Li girtîgehên herêmê 3 hezar û 263 binpêkirinên mafan pêkhatin

ÎHD: Li girtîgehên herêmê 3 hezar û 263 binpêkirinên mafan pêkhatin

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora 2012'an ya herêma Rojhilat û Anatoluya Başûr ya 2012'an ya girtîgehan aşkere kir. ÎHD'ê di raporê de diyar kir ku, 3 hezar û 263 maf hatin binpêkirin û xwest demek berî demekê hemû girtî serbest bên berdan. Beriya raporê ÎHD'ê xwest pêkanînên li hemberî Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên bidawîkirin û pêvajoya çareseriyê destpê bike.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê rapora herêma Rojhilat û Rojhilata Başûr ya sala 2012'an a girtîgehan aşkere kir. Beriya ku rapor bê aşkerekirin Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Rajî Bîlîcî diyar kir ku, her roj li Tirkiyeyê binpêkirina mafan zêde dibe. Bîlîcî anî ziman ku, îşkence, sirgûn, muameleyên xirab her ku diçe zêde dibe û li hemberî girtiyan tecrîd û îzolasyon zêde dibe. Bîlîcî anî ziman ku, tecrîda li Îmraliyê hêj berdewam dike û got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan berdewam dike. Li dijî rewşa polîtîk û civakî li Tirkiyeyê binpêkirinên mezin pêk tên. Em tecrîdê wekî îşkenceya di nava demê de veşarî de dinirxînin. Em wekî ÎHD'ê dixwazin teqez girtîgeha Îmraliyê bê guhertin û tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Em dixwazin girtiyên nexweş hemû demek berî demekê serbest berdan."

Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Prz. Resul Tamur diyar kir ku, herî zêde binpêkirina mafan li girtîgehan pêk tê û wiha got: "Ne tenê em û malbat vê îşkenceyê dizanin. Rayedarên dewletê jî vê îşkence û binpêkirina mafan ya li Girtîgehan dizanin. Em lêkolîn û tespîtên xwe yên binpêkirina li girtîgehan bi malbatan re parve dikin.

Sala 2012'an ji bo girtîgehan bû sala binpêkirina mafan. Mirin, tecrîd, ceza, sirgûn, îsolasyon û tecrîd li ser hev pêş ketin. Di rapora girtiyên nexweş de ji derdikeve holê ku i sedan girtî nexweşên giranin. Divê demek berî demekê ev pirsgirêkên girtiyên nexweş bên dermankirin. Ger ku daxwazên girtiyan li ber çavan nayê girtin dê mirinên girtiyan berdewan bikin."

'BILA TECRÎDA LI SER OCALAN BI DAWÎ BIBE'

Tamûr da zanîn ku, tecrîd û îzolasyona li ser girtiyan û girtîgehan di çarçoveya mafên mirovan de wan dixe nava fikaran û xwest herî her tiştî tecrît û îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtian bi dawî bibe. Tamûr xwest êdi xizmên girtiyan bi hêsanî biçin girtîgehan û bên û dawi li van pêkanînan bên. Tamûr da zanîn ku, girtiyên ku 68 rojan ji bo mafê xwe ketin grevê li ser banga Ocalan dawî li çalakiyê anîn û xwest ev yek baş bê nirxandin.

Tamur sirgûn jî rexne kir û da zanîn ku, rayedar êdî girtîgehê wekî qada tolhildanê li ber çavan digirin û girtiyan 2 caran ceza dikin. Tamûr anî ziman ku, sirgûn û îşkenceya li hemberi girtiyan hayê qebûl kirin û xwest êdî ev pêkanîn bi dawî bibe. Tamur da zanîn ku, ji ber van pêkanînên li dijî mafên mirovan li Girtigeha Riha, Pozanti û Şakranê û li hemû girtîgehan îşkence derketiye asta herî jor. Tamur bang li raya giştî kir û xwest her kes li hemberî van pêkanînan bêdeng nemînin.

LI GIRTÎGEHÊ HERÊMÊ DI SALEKÊ DE 3 HEZAR Û 263 MAF HATIN BINPÊKIRIN

Endamê Komîsyona Girtgehan a ÎHD'ê Prz. Muhterem Suren jî bal kişand ser binpêkirina mafan û dane wiha rêz kir:

Di sala 2012'an de li girtîgehan binpêkirinên mafan wiha ne:

* Li girtîgehan birîndar û mirî: 26 kuştî, - 65 birîndar.

* Li girtîgehan îşkence: 186

* Li girtîgehan sirgûn: 1,303

* Li girtîgehan binpêkirina mafê tenduristiyê: 239

*Astengiyên li pêş malbatê: 25

* Tecrîd û îzolasyon: 28

*Astengiyên li pêş ragihandinê: 319

* Di gireva birçîbûnê de binpêkirina mafan: 15

* Li girtîgehan binpêkirine mafan: 32

Bi tevahî: 3.263 binpêkirina mafan