ÎHD: Pakêtê bersiv neda bendewariyên gel
ÎHD: Pakêtê bersiv neda bendewariyên gel
ÎHD: Pakêtê bersiv neda bendewariyên gel
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê diyar kir ku “Pakêta demokratîkbûnê” ya hat aşkerakirin tevkariyê li çareserkirina pirsgirêkan nake û ji bo pêvajoya çareseriyê pêş bikeve jî gaveke herî biçûk jî nehatiye avêtin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)’ê ya Amedê têkildarî “Pakêta Demokratîkbûyînê” ya duh ji aliyê Serokwezîr Erdogan ve hat aşkerakirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi pakêta hat aşkerakirin ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê gaveke biçûk jî nehatiye avêtin û bersiv nedaye bendewariyên gel.
Di daxuyaniyê de der barê “perwerdeya bi zimanê dayikê” ku wê di dibistanên taybet de bê dayîn û bendava hilbijartinê de hat gotin ku ne di asta tên xwestin de ye. Di daxuyaniyê de ev xusûs tên diyarkirin. "Yek ji pirsgirêkên herî girîng ku berdana girtiyên ji doza KCK’ê bû der barê TMK û TCK’ê de tu pêşniyarên guhertinê nîn in. Der barê başkirina şert û mercên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ji bo bigihêje asta birêvebirina muzakereyan tu nêzîkatî xuya nakin.”Dîsa di daxuyaniyê de hat gotin ku pêwîst e tavilê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş bên berdan.