IKEA darên 600 salî dibire

IKEA darên 600 salî dibire

Şîrketa mezin a mobîlyayan IKEA, bi birîna ji sedî daristanên ku temenê darên wan 600 sal in, ên li bajarê Karelîa yê Rûsyayê tê tawanbarkirin.

Mezintirîn şîrketa mobîlyayê ya cîhanê IKEA di sala 1943’ê de li Swêdê hat avakirin. Cîroya şîrketê 25,5 milyar dolar e, feydeya wê ya salane jî derdora 2,3 milyar dolar e. Zêdetirê 120 hezar xebatkarên IKEA’yê hene û berhemên bi kalîte û erzan difiroşe bikirên xwe, ji ber wê jî tê naskirin.

Her wiha, peywendiyeke xurt a IKEA’yê bi gel re jî heye. Ji ber zextên rêxistinên hawirdorparêz, şîrketê dawî li birîna darên ziyanê didin ekosîstemê anîbiû. Piştî wê IKEA bi dirûşima “dosta daristanan” dest bi têkiliyên nû yên bi gelan re kir.

IKEA’yê diyar dikir ku ew bi vê dirûşimê li gelemperiya cîhanê, dikare texteyên bi kar tîne, careke bi xwe biçîne û mezin bike.

Lê aşkere bû ku şîrketa Swedwood a girêdayî IKEA’yê darên 600 salî yên daristanên di navbera Fînlandiya û Rûsyayê de tune kiriye. Li gorî nûçeya di kanala televîzyona dewletê ya Swêdê de hat weşandin, IKEA her sal bi rêya Swedwoodê 600 hektara cihên daristanî tune dike.

Rêvebera rêxistina sivîl a bi navê Rêxistina Parastina Xwezayî Herêmî ya Kareliyayê Olda Ilina di daxuyaniya da de û diyar kir ku IKEA dibêje ku ew li Kareliyayê naxebite, lê ev yek ne rast e. Ilina diyar kir ku heta niha tenê ji sedî 10’ê daristanên Kareliyayê ji vê qirkirina daran rizgar bûne.

Koalîsyona Daristanên Gerdûnî jî daxuyaniyek weşand û bi gotinên tund xebatên IKEA yên li Rûsyayê şermezar kir.

Rêxistina Daristanan Biparêzin a Swêdê jî ragihand ku IKEA li Kareliyayê darên temenê wan 200-600 salî birîne û ev yek bûye sedema pirsgirêkên mezin ên ekosîstemê.

Daristanên li Rûsyayê, di cîhanê de daristanên xwedî taybetmendiyên baranên tropîkal in û di heman demê de ji bo ekosîstema cîhanê xwedî cihek pir girîng in.

IKEA’yê di daxuyaniya da de ragihand ku ew tenê li hin cihên taybet daran dibirin û birîna darên kal ên li Kareliyayê red kir.