Îlham Ehmed: Em ê mîzginiya îlankirina rêveberiyê bidin gelê xwe
Îlham Ehmed: Em ê mîzginiya îlankirina rêveberiyê bidin gelê xwe
Îlham Ehmed: Em ê mîzginiya îlankirina rêveberiyê bidin gelê xwe
Endama Desteya Bilind a Kurd û endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Îlham Ehmed, destnîşan kir ku ew ê di demeke kurt de mizginiya îlankirina rêveberiya xweseriya demokratîk bidin gel.
Endama Desteya Bilind a Kurd û endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îlham Ehmed, derbarê xebatên avakirina rêveberiya xweseriya demokratîk de ji ANHA’yê re axivî. Îlham Ehmed destnîşan kir ku Desteya Pêkanîna Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xebatên, “rengê rêveberiyê, qanûna hilbijartinan û hevpeymana civakî” bi dawî kirine û ji bo ev xebat bêne nirxandin, wê Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Demkî li hev bicive.
Îlham Ehmed diyar kir ku eger ev xebatên Desteya Pêkanîna Proja Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Demkî ji aliyê meclîsê ve bêne erêkirin wê şêwazê rêveberiyê û pêkhateyên wê dê diyar bibin.
Îlham Ehmed destnîşan kir ku armanca wan ew e ku beriya civîna Cenevre-2 rêveberiyê îlan bikin da ku pirsgirêka kurd di nava Cenevre – 2 de bibe rojev. Îlham Ehmed anî ziman ger ku di civîna Cenevreyê de rêveberiyek demkî ya Suriyê bê avakirin, ew dixwazin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî di nav de cihê xwe bigire û got: “Em ê di demek kurt de mizginiya îlankirina rêveberiyê bidin gelê xwe.”