Îlham Ehmed: ENKS wê di 15 rojan de helwesta xwa eşkere bike

Îlham Ehmed: ENKS wê di 15 rojan de helwesta xwa eşkere bike

Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed diyar kir ku divê civîna Cenevre-2 nebe cihê lihevkirina muxalefet û rejîmê ya li ser hesaba kurdan û got ku pêwîste kurd di vê mijarê de hişyar bin û xwedî helwestek hevber bin.  Îlham derbarê tevlîbûna ENKS’ê ya ji bo rêveberiya xweseriya demokratîk jî got ku nîqaş hatine meşandin û divê di nava 15 rojan de helwesta ENKS’ê eşkere bibe.

Îlham Ehmed derbarê hevdîtinên ku di 17’ê kanûnê de Hewlêrê di navbera Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumenî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS) de pêk hatin û 6 rojan dom kirin de ji ANHA’yê re axivî. Îlham Ehmed, destnîşan kir ku di civîna Hewlêrê de mebesta wan ew bû ku ji bo civîna Cenevre – 2 şandeyek ser bixwe ya kurd  bê avakirin û helwestek hevbeş di nava kurdan de derkeve holê. Îlham Ehmed anî ziman ku helwesta hevbeş a kurdan ne li gorî daxwazên hêzên ku dê biçin Cenevreyê ye û wiha got: “Di nava muxalefetê de jî nakokî  hene , heta ev nakokî çareser nebe wê tu Cenevre li dar nekevin. Divê Cenevre nebe cihê li hevkirina muxalefet û rejîmê ya li ser hesaba kurdan. Em kurd divê di vê mijarê de hişyar bin û xwedî helwesteke hevbeş  bin.”

Îlham Ehmed destnîşan kir eger ku doza Kurd di Cenevre – 2 de nebe rojev wê biryarên civînê wan girê nedin û wiha dom kir: “Eger doza kurd di civîna Cenevre de neyê nîqaşkirin ev civîn wê temsîla me neke.  Rêveberiya me heye, em herêmên xwe diparêzin, têkoşînek ku gelê me daye heye. Ji bo vê wê bêyî kurd ev civîn bi ser nekeve.”

Îlham Ehmed anî ziman ku di civîna Hewlêrê de encama herî girîng ew e ku kurd di mijarên weke rêveberiya welat, siyaset û pêşxistina rêxistinkirinê de hemfikir in. Îlham Ehmed got ku her tişt nikar di civînekê de bê çareserkirin, ji ber ku pêdîvî bi demê heye.

Îlham Ehmed derbarê tevlîbûna ENKS’ê ya ji bo rêveberiya xweseriya demokratîk jî diyar kir ku nîqaş hatine meşandin û divê di nava 15 rojan de helwesta ENKS’ê eşkere bibe.  Îlham Ehmed wiha dom kir: “Eger muxalefetê jî bikin divê di nava zemînê demokrasiyê de çêbibe, ji ber ku bi nîqaşan û rêxneyan dikarin karê xwe bikin. Ji derveyî vê yekê wê helwest nekeve bin xizmeta gelê kurd. Gelê kurd gihîştiye wê astê ku berjewendiyên xwe zanibe û sal jî derbas bibin wê gel siyasetên ne di xizmeta xwe de bi tenê bihêle.”