Îngilîstan dê 3 hezar û 800 leşkerên xwe ji Efxanîstanê vebikişîne

Îngilîstan dê 3 hezar û 800 leşkerên xwe ji Efxanîstanê vebikişîne

Serokwezîrê Îngilîz David Cameron diyar kir ku ew ê heta dawiya sala 2013 de ji 9 hezar leşkerên xwe yên li Efxanîstanê, 3 hezar û 800 leşkeran vebikişînin.

Cameron li pêşiya parlementeran daxuyanî da û diyar kir ku ew ê di salên 2013 û 2014 de leşkerên xwe ji Efxanîstanê vebikişîne. Cameron got: “Heta dawiya sala 2013 dê 5 hezar û 200 leşker bimînin.”

Îngilîstan piştî DYA’yê welatê NATO’yê ku herî zêde leşker şandiye Efxanîstanê ye.