Rêberên Îngilîstan, DYA û Fransayê roja çarşemê hatin ba hev û li ser riyên alîkariya muxalefeta Sûriyeyê goftûgo kirin. Ev yek di demekê de pêk hat ku Çînê bertek da daxuyaniya Amerîkayê ya der barê Sûriyeyê de û got; “Amerîkayê çekên kîmyewî wekî behane bi kar tîne, da ku destwerdana Sûriyeyê rewa bike.”
Li gorî agahiyên ji nivîsgeha serokwezîrê Îngilîstanê David Cameron Amerîka û Îngilîstanê li ser wê yekê li hev kirine ku heke rejîma Sûriyeyê çekên kîmyewî bikar bîne an jî wan çekan wekî gef bi kar bîne dê nerîna wan a derbarê destwerdana leşkerî bide guhertin.
Her wiha, li gorî heman daxuyaniya serokê Amerîkayê Barack Obama bi serokê Fransayê François Hollande re li ser çawaniya alîkariya muxalefeta Sûriyeyê rawestiyaye û çawa ew ê bikarin pêşî li tundiya li vî welatî bigirin.
Her wiha rêberên van welatan hêviyên xwe ji civîna bê ya Qahîreyê anî ziman û destnîşan kirin ku di wê civînê de divê muxalefeta Sûriyeyê di nava yekrêziyekê de bixebite û helwesteke hevbeş destnîşan bike da ku pêvajoya hikûmeta demikî dest pê bike.
BEHANEYA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
Li gorî rayedarên Çînê daxuyaniya Barack Obama ya der barê çekên Kîmyewî yên Sûriyeyê de daxuyaniyek bêpirpirsyarî û talûke hate nirxandin. Li gorî Çînê çareseriya herî baş a ji bo Sûriyeyê ew e ku şer were rawestandin û demlidest Neteweyên Yekbûyî navbênkariya ji bo rawestandina tundiyê bike.
Ji destpêkê ve Rûsya û Çînê li dijî destwerdana leşkerî radiwestin. Serokwezîrê Rûsyayê jî roja çarşemê bi daxuyaniyekê welatên Rojava hişyar kiribû ku tu gavên ji bo destwerdana leşkerî amade nekin û ew yek dê bi xwe re hemû herêmê bixe bixe nava aloziyeke bê dawî.
Ji alî meydanî ve jî şer û pevçûnên di navbera artêşa azad û artêşa fermî ya Sûriyeyê de berdewam dikin. Bi taybetî li derdora Şamê û Helebê şerên dijwar diqewimin û rê li ber koçberiya xelkên van bajaran vedike. Li gorî çavkaniyên muxalefeta çekdar artêşa dewletê balafirên şer, tank û topan bi kar tîne. Di encama şer û tundiyê de gelek xelkên sivîl jî dibin qurbana vî şerê qirêj û kesên ku ji şer rizgar dibin çareya xwe di rev û koçberiyê de dibînin.