Îngilîstan li dijî destwerdana leşkerî ya Sûriyeyê ye

Îngilîstan li dijî destwerdana leşkerî ya Sûriyeyê ye

Wezîrê Derve yê Îngilîstanê William Hague ragihand ku welatê wî ne li pey destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê ye.

Wezîrê Derve yê Îngilîz Hague ku ji bo serdanekê li Pakîstanê ye got; “Em ne pey plana destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê ne. Bi ya me, divê em li Sûriyeyê jî nekevin rewşek wek ya li Lîbyayê.”

Hague destnîşan kir ku dê destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê tundiyê zêdetir bike û got; “Armanca me hemû ew e ku em li Sûriyeyê em bi çareseriyeke aşitiyane aramiyê li Sûriyeyê pêk bînin.”

Rûsya û Çîn ji destpêkê ve li dijî operasyona leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê ne. Beriya Îngilîstanê Almanyayê jî ragihandibû ku ew ne alîgirê destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê ne. Wezîrê Derve yê Almanya Guido Westerwelle ragihand ku welatê wan dixwaze pirsgirêka Sûriyeyê bi rêyên aşitiyane çareser bibe.