Îngilîstanê Assange bi girtinê tehdît kir

Îngilîstanê Assange bi girtinê tehdît kir

Wezîrê Derve yê Ekvadorê Ricardo Partino ragihand ku Îngilîstanê ji ber damezrênerê Wikileaksê Julian Assange di balyozxaneya wan a Londonê de ye, gef li wan xwariye ku ew ê bikevin hundirê balyozxaneya wan.

Patino ragihand ku welatê wî Ekvador dê îro biryara xwe ya der barê Assange de saet di 14.00 de aşkere bike û diyar kir ku Înglîstanê ji bo girtina Assange gefa ew ê bikevin hundirê balyozxaneya wan xwariye.

Patino nerazîbûnek tund nîşanî vê gefa Îngilîstanê da û got; “Me îro nameyek girt ku têde dibêje ger hûn Assange radestê me nekin, em ê bikevin hundirê balyozxaneya we ya li Londonê. Ekvador bi awayeke aşkere û zelal van gefan red dike.”

Pantino got; “Ger tiştên di vê nameyê de hatine gotin bên kirin, Ekvador vê yekê qebûl nake, dê vê çalakiyek weke çalakiyeke ne dostane bibîne û dê weke çalakiyeke dijminane bibîne û bersiv bide. Em ne mêtîngehek a Înglîzan in.”