Ingvar Carlsson: Bila êdî PKK û Tirkiye li hev bên

Ingvar Carlsson: Bila êdî PKK û Tirkiye li hev bên

Însîyatîfa navnetewî ya ji bo pirsa kurd ku gelek kesên navdar tê de hene û avabûna xwe doh li Brukselê ragihand, deng veda. Serokwezîrê berê yê Swêdê Ingvar Carlsson ku di nav însîyatîfê de cih digre, ev însîyatîf wekî "bûyerek girîng ji bo bi milyonan kurdên li Tirkiyê dijîn" binav kir.

Serokwezîrê berê yê Swêdê Ingvar Carlsson doh bû mevanê bultena Rapport ya televizyona dewletê SVT û peyamên girîng dan. Televizyona dewleta Swêdê SVT ku li ser damzerandina Însîyatîfa Navnetewî ya Çareseriya Pirsgirêka kurd nûçeyek berfireh da, ev însîyatîf wekî "bûyerek girîng ji bo bi milyonan kurdên li Tirkiyê dijîn" bi nav kir.

Pêşkêşvana bernameya Rapport ya televizyona SVT, her weha li studyoyê, bi yek ji endamên însîyatîfê, serokwezîrê berê yê Swêdê Ingvar Carlsson re di derbarê mijarê de axivî.

Ingvar Carlsson ku xwest Tirkiye û PKK êdî li hev bên got, em qonaxek şîdetê li paş xwe dihêlin ku ti pêşketin bi xwe re neanîn. Mixabin danûstandinên beriya niha qut bûn. Em di wê baweriyê de ne ku firseta danûstendinên nû heye.

Ingvar Carlsson bi bîr xist ku danûstandinên aştîyê yên di navbera alîyan de 2009ê qut bûn û lewra çend salên dawî, bi şer û pevçûnên dijwar derbas bûne.

Ingvar Carlsson hişyarî jî da ku eger alî li hev neyên, xetera ku rewş aloztir bibe, zêdetir kes bên kuştin û girtin heye.

Li ser pirsa ku Yekîtiya Ewropa û Amerîka PKK’ê wekî rêxistinek terorîst bi nav dikin jî, Îngvar Carlsson got: “Di wextê xwe de, heman tişt ji El-Fetîh û Hemasê re jî hatin gotin. Lê piştre hevdîtinên aştiyê bi wan re dest pê kirin.”

Di însîyatîfa Navnetewî ya Aştiyê de ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hate damezrandin, ji bilî serokwezîrê berê yê Swêdê Îngvar Carlsson, lîderê dînî yê Tîbetê Dalaî Lama, serokdewletê berê yê Tîmora Rojhilat Jose Ramos Horta, serokê Sinn Feinê Gerry Adams, serokê berê yê Amerîkayê Jimmy Carter, serokê berê yê Norwêcê Kjell Magne Bondevik, serokê berê yê Finlandiyayê Paavo Lipponen, serokê berê yê Danmarkê Anker Jorgensen û serokwezîrê berê yê Danmarkê Kjeld (Şeld) Olesen cih digrin.