Înîsiyatîfa Gel: Em komployê bi serhildanên radîkal pêşwazî dikin

Înîsiyatîfa Gel: Em komployê bi serhildanên radîkal pêşwazî dikin

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê biboneya salvegera komploya Navnetewî 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Înîstiyatîfê  got divê serhildan bi serhildanên radîkal bê pêşwazî kirin û got: “Di 15’ê sibatê de ne bi şînê, divê serhildan pêk were û ev hêrsa gelê Kurd bibe şêwaza hesabpirsînê. Em 15 sibatê yê li qada bin.  Em dê neçin kar, em dê kontax û kepengan bigirin, ji 7’an heta 70’ê li qada bin.

Înîsiyatîfê biboneya komploya 15’ê sibatê danezanek weşand û bang li hemû gelê Kurd kir bila tu kes neçe kar û her kes dakevin qadan.

Înîsiyatîfê da zanîn ku, gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî de derbaz dibin û her wiha hêzên komploger şermezar kir û kesên ji bo komployê şermezar bikin bedena xwe dan ber agir bibîranîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em di 15’emîn salvegera komployê de careke din hêzên komploger yên navnetewî lanet dikin û  hemû şehîdên xwe yên ku bi şîara ‘Hûn nekarin roja me tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir careke din bibîrtînin. Em careke din soza ya xwe li dijî gelê xwe, şehîdên xwe û  Rêber Apo, bi pratîk û şêwaza jiyana xwe dubare dikin.”

Di danezanê de hate diyar kirin ku, ev 5 hezar sale li dijî wekhevî, azadî û demokrasiyê ya di derbarê jinê de şerê bi lanet tê meşandin û wiha hat gotin: “Li ser van axan komploya yekemîn li ser jinê û ya dawî jî li ser Rêberê me di 15’ê sibatê de pêk hat û bi vê xwestin encamê bigirin.

Nûnertiya pîroziya şertên me yên îro Rêber Apo û PKK dike. Nûneriya lanetê jî hêzên komploger yên kapîtalîst dikin.  Ev têkoşîn 40 sale bi têkoşîna Rêber Apo, PKK û Gelê me pêk tên. Hêzên komloger ku xetereyên li pêş berjewendiyên dîtin, di şexsê rêber Apo de gelê me û hemû nirxên pîroz hedef girt. Bi bêexlaqiyeke mezin di 15’ê sibata 1999’an Serokatiya me dîl girtin. Ev 15 sale li dijî van hêzên lanetkirî têkoşîn didome.  Serokatiya me bi awayekî îdeolojîk felsefîk bi şert û mercên giran de ev lîstikên hêzên komploger vala derxistine.

Ev pêvajoya em tê de derbas dibin gelek girînge û pêvajoya fînalê ye. Li aliyekê DYA û alîgirênê YE, Îngilîstan, Îsraîl, TC. Erebîstan, Katar û teşerona nû KDP; û li aliyê din Çîn, Rûsya, Îran, Sûriye û li aliyê din jî bi pêşengiya PKK’ê gel di nava têkoşîneke mezin de ne. Lê di sahaya têkoşînê de Rojhilata Navîn û Kurdistana ku li navenda wê cih digire ye. Hem hêzên bi pêşengiya DYA’yê û hem jî hêzên statûkoyê hedef dikin ku gelê me bê statû bihêlin. Têkoşîna em didin têkoşîn azadiyê ye, ya hebûnê ye.

Di 2012’an de li dijî van hêzên komploger qezencên mezin hatin bidestxistin. Wan xwest bi komloyê qirkirineke nû bikin dewrê.  Lê em bi rêberê xwe gelê xwe re jiyanek nû ava dikin. Serokatî, gelê me, berxwedana zindanan û gerîla polîtîkayên wan vala derxist.

Divê demê de derketiye holê ku hêzên komploger û faşîzma Dewleta Tirk ji îmha û înkarê dest bernedane. Dixwazin gel bikin tirk. Di serê sala 2013’an de Dewleta Tirk gotin dê pirsgirêka gel çareser bike û bi vê dixwazin pêşî li qonaxa serkeftinê bigirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku faşîzma Dewleta Tirk hê jî înkar û îmhayê ferz dike û got: “ gotinên Erdogan ‘Ya hez bike ya terk bike’ fetwaya Gulen ya ‘Koka wan derxînin’  û gotinên parlmentara CHP’ê Guler Ayman’ Hun nekarin Kurd û tirkan bikin wek hev’ nîşan dide ku xwediyê zîhniyeteke alçaxin. Ev bêexlaqiye. Ev zîhniyet ancax bi faşîzma Tirk re bê dîtin. Em gelên qedîm yên vê axê ne. Em dixwazin bi gelê din re jiyanek azad bijîn.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Em divê 15’ê sibatê de li dijî komploya bi lanet dê berxwedaneke mezin nîşan bidin û mezin qezenc bikin. Em ji bo ku hesabê 5 hezaran salan bipirsin dê li her qadî  serhildanan pêş bixînin.  Li ser van axan dê AKP û Fetullah wenda bike. Dê gel qezenc bikin.  ji ber vê sedemê divê em di salvegera 15’ê Sibatê de serhildanan radîkal bikin û bi ser bikevin.  Em dê bi serhildanan hêzên komploger lanet bikin.  Ji ber vê sedemê ye ku em dê ji 1’ê Sibtê de li qada bin.

Pêngava me di yekê sibatê de dê Radîkaltir be.  Ji 7’an heta 70’ê divê hemû Kurdistanî dakevin qadan. Divê em peyameke wisa bidin komplogera ku hêza me bibînin. Ji 1’ê sibatê û şûnde li her gund, tax, navçe û bajarî divê çalakî pêk werin. Divê jiyan vegere serhildanê.  Di 15’ê sibatê de ku em şînê girê bidin divê em hêrsa xwe ya mezin buguherînin serhildanan. Divê tu kes neçe kar. Tu kes darabe û kontaxan veneke. Asta ku em di 15’ê sibatê de bigihêne em dê bibin 8’ê Adarê.

Şîar û hedefa me ya sereke Ji bo Rêber Apo Azadî û ji bo Kurdistanê statûye. Em jiyaneke bê Rêber Apo û statû qebûl nakin.  Em nêzî serkeftinê ne. Em bi bawerî û îdiya xwe careke din kompoloyê lanet dikin û li dora Rêber Apo dibin xelek. “