Înîsiyatîfa Gel ya Şirnexê banga serhildanê kir

Înîsiyatîfa Gel ya Şirnexê banga serhildanê kir

Înîsiyatîfa Gel ya Şirnexê danezanek belav kir û banga tevlîbûna merasima cenazeyên herdu birayên Omer Karana û Mehmet Karana yên di encama êrîşa komên çete ya li Tirbesiyê jiyana xwe ji dest dan kir.

Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Têkoşîna gelê me ya avakirina jiyanekî azad û demokratîk; ku di rêya wê de bedel û fedekariyên pir mezin dane, îro gihane serkeftinê. Em weke netewa Kurd ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne. Ji ber ku îro gelê me yeketiya ruh û netewê avakiriye. Bêgûman ev jî ji nirx û bedelên ku me dayî tê.

Di roja me ya îro de gelê me qezencên mezin bidest xistine. Yek ji qezencên têkoşîna me ya azadiyê ku bi salane dimeşînîn Rojava ye. Gelê me yê Rojava hemû cure bedel dane berçavê xwe, şerek yê parastina azadiyê û berxwedanekî ku ji bo hemû cîhanê bibe mînak dide meşandin. Ji ber vê çendê îro li Kurdistanê şoreşa gelan ya herî mezin tê jiyankirin.

Azadiya gelê me esaret û biçûkbûna hêzên ku gel û welatê me perçe kirîne. Hêzên ku vê hîs dikin, îro di şexsê Rojava de bi hemû şêwazên nemerdane êrîşî destkeftiyên gelê me dikin.

Weke tê zanîn, komên çete ên DAÎŞ li bajarê Tirbesiyê ya Rojava êrîşeke xwekujî pêkanîn. Di vê êrîşê de xebatkarê Çanda Mem û Zîn Mehmet Karana (Şervan), birayê wî Omer Karana û bigiştî 6 hevalên me şehîd ketin.

Hevalê me Şervan bi salane di dilê gelê me de xwe bicih kiriye û bi salane di têkoşîna çand û hunerê de xebat meşandiye. Herdem di oxira jiyana birûmet de têkoşîn daye û bûye xwediyê helwestekî mînak.

Li ser vî bingehî; Em di serî de bang li gelê me yê Cizîrê, tevayî gelê me yê Botanê dikin ku hêjayî ked û têkoşîna hevalê me xwedî li cenazeyê Şervan derbikevin û ji bo hesabê ji feraseta komkujî pêkanî re bixwazîn herkesê vedixwînîn serhildanê.”