Însiyatîfa Gel a Amedê: Bi rihê serhildanê beşdarî mîtînga 1'ê Îlonê bibin
Însiyatîfa Gel a Amedê: Bi rihê serhildanê beşdarî mîtînga 1'ê Îlonê bibin
Însiyatîfa Gel a Amedê: Bi rihê serhildanê beşdarî mîtînga 1'ê Îlonê bibin
Însiyatîfa Gel a Amedê, ji bo mîtîna 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya li Amedê banga beşdariya "bi rihê Newroz û Serhildanê" kir.
Însiyatîfa Gel a Amedê, der barê mîtînga mezin a 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de belavokek belav kir. Di belavokê de hat ragihaindin ku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 40 sal in tê meşandin, bi Şoreşa Rojava re gav bi gav nêzî azadiyê dibe û hat gotin, " Di serî de Tirkiye hêzên dagirker ên nikarin xwe li vê rabigirin, bi dek û dolaban û bi rêya çeteyên bi pere hewl dide bi komkujiyan vê şoreşa pîroz a gelê me bifetisîn in."
Di belavokê de hat ragihandin ku hêzên mijara gotinê yên li pêşberî berxwedana gelê Rojava li ser hev darbeyan dixwun, bi "lîstikan" planên koçberkirina Kurdan xistine dewrê û hat destnîşankirin ku bi koçberkirinê re dixwazin Rojava ji Kurdan xalî bikin."
Însiyatîfê diyar kir ku divê gel li hemberî plan û lîstikên qirêj hişyar be û bi xwedîderketina li şoreşa Rojava re van planan pûç bike û got, "Pêwîste gelê me yê ji Rojava koçî Bakurê Kurdistanê kirine, ji bo vegerê werin qanihkirin û her şêweyên alîkariyê bê dayîn. Her weha divê gelê me yê welatparêz bi rihê seferberiyê tevlî kampanya alîkariyê ya ji bo Rojava bibe."
Di belavokê de hişyarî hat dayîn ku bi rêya Kizilay, hin sazî û meleyan di bin navê alîkariya ji bo Rojava re alîkarî hatine komkirin û ji navenda Riha, navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) Hayat û Dîlokê ji komên çete re tê şandin û ev bang hat kirin:
"Pêwîste tevahiya gelê me li pêşberî van kes, sazî û dezgehan hişyar be. Divê ti kes ji bilî KCD, BDP, Meclîsên Taxan û saziyên welatparêz ên tên zanîn, alîkariyê nedin ti devereke din."
Di belavokê de hat ragihandin ku şoreşa Rojava di encama keda bi salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye afirandin û hat gotin, "Xwedîdeketina li şoreşa Rojava di heman demê de xwedî derketina li projeya rizgariya demokratîk a Rêber Apo, xwedîderketina li azadiya çar parçeyan a Kurdistanê ye. Xwedîderketina li Rojava berpirsyariya rûmetê ya tevahiya Kurd û Kurdistaniyan e."
Di belavokê de bi armanca xwedîderketina li şoreşa Rojava bang hat kirin ku bi rihê Newroz û Serhildanê herkes beşdarî mîtînga 1'ê Îlonê roja Yekşemê saet di 16'an a li Qada Stasyonê ya Amedê bibin, ku bi pêşengiya BDP û KCD'ê tê organîzekirin.
Însiyatîfa Gel a Amedê di dawiya belavokê de ev bang kir: "Bi şiyara Azadî ji Rêber Apo, azadî ji her çar parçeyên Kurdistanê em di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê werin cem hev, ji bo ala azadiyê ya bi ked û berdêleke mezin a 4 salan hatiye bilindkirin li Qada Stasyonê bi heybet ba bidin, em bang li herkesî dikin ku bi fedekariyeke mezin beşdarî mîtîngê bibin."