Însiyatîfa Gel bi tundî nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî Goristana Şehîdan da
Însiyatîfa Gel bi tundî nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî Goristana Şehîdan da
Însiyatîfa Gel bi tundî nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî Goristana Şehîdan da
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî xerakirina goristana şehîdan a li Tetwanê bi fermana Walîtiya Bêdlisê, da. Însiyatîfê bûyer weke "êrîşeke namerdî û dûrî nirxên mirovahiyê" bi nav kir û bang li gel kir ku li dijî bûyerê nerazîbûnê nîşan bide.
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, der heqê êrîşa li dijî "Goristana Şehîdan" a li bejahiya Tetwanê ku fermana Walîtiya Bêdlisê hat xerakirin, daxuyaniyeke nivîskî da.
Însiyatîfa Gel bûyer weke "êrışeke namerdî û dûrî nirxên mirovahiyê" bi nav kir û bi tundî şermezar kir.
Însiyatîfê ragihand ku ev bûyer ti carî nayê qebûlkirin û dewlet û hikûmet bi tundî hişyar kir.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin; "Em dewlet û hikûmetê bi tundî hişyar dikin. Divê ev yek baş were zanîn; ev tevger û gel dikare li pêşberî gelek tiştan sebir bike. Lê ti carî bêhurmetiya li hemberî nirxên xwe, şehîdên xwe yên leheng, qebûl nake. Em hikûmetê hişyar dikin ku di vê mijarê de bi taybetî hesas tevbigere. Waliyê Bêdlisê bi agir dileyze û sebra me difûrîne. Divê baş were zanîn, nerazîbûn û hêrsa me ya li hemberî vê bêhurmetiyê, wê gelekî tund û mezin be. Em li bendê ne ku hikûmet li pêşberî vê helwest û provokasyona Waliyê xwe helwestê nîşa bide. Naxwe emê hikûmetê weke parçeyek ji vê komploye bibîne."