Însiyatîfa Gel ji bo Rojava bang li gelê Serhedê kir

Însiyatîfa Gel ji bo Rojava bang li gelê Serhedê kir

Însiyatîfa Gel a Serhedê, li dijî êrîşên çeteyan banga xwedîderketina li Rojava, li gelê Serhedê kir.

Însiyatîfa Gel a Serhedê, der heqê komkujî û êrîşên çeteyên ser bi El Qaîdeyê yên li dijî deskevtiyên gelê Kurd ê li Rojava, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke gelê Kurd, duh li Enfal, Qamişlo û Zîlanê çi hat serê me, îro em rewşeke jê girantir li Rojava dijîn." Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin: "Dewleta TC ya mêtînger ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hevdîtinan dike, ji aliyê din ve jî piştgiriyê dide çeteyan û bi vî rengî komkujiyên li dijî deskevtiyên berxwedana û têkoşîna mezin a gelê Kurd li Rojava dide kirin. Tevî hemû hewldanên aştiyane yên Rêber û tevgera me, roj bi roj baştir xuya dike ku dewleta Tirk di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de xwedî ti armancan nîne. Li holê samimiyeta çareseriyê nîne. Armanca wan a bingehîn, pêşîgirtina li pêngava me ya azadkirinê ye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku weke gelê Kurd ew êdî ketine pêvajoyeke jêveger nîne û komkujiyên li Rojava hat şemrezar kirin. Însiyatîfê diyar kir ku çalakiyên salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê yadî Rojava hatine kirin û hat gotin, "Di serî de gelê Wanê em bang li tevahiya gelê Serhedê dikin, ku li dijî vê zilm û komkujiyê bêdeng nemîne û bi giyana serhildanê beşdarÎ çalakiyên 15'ê Tebaxê yên yadî Rojava hatine kirin, bibin." 

Di daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Serhedê de hat destnîşankirin ku roj roja berxwedanê, roja xwedîderketina li Rojava û rûmetê ye.