Însiyatîfa Jinên Sûriyê beşdarî Cenevre-2 dibe
Însiyatîfa Jinên Sûriyê beşdarî Cenevre-2 dibe
Însiyatîfa Jinên Sûriyê beşdarî Cenevre-2 dibe
Însiyatîfa Jinên Sûriyê bi armanca danasîna rewşa jinan a li Sûriyê dê tevlî civîna cenevre 2'an bibin.
Dema lidarxistina civîna Cenevre 2'ê nêzîk dibe, di vê navberê de hemû sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên Sûriyê xwe amade dikin ku tevlî civînê bibin.
Seroka Înîstiyatîfa Jinên Sûriyê Sîham Dawûd diyar kir ku dê li Cenevre-2 taybet bi jinan bê lidarxistin. Sîham Dawûd, destnîşan kir ku ew wekî Însyatîfa jinên Sûriyê hatine vexwendin ku tevlî civîna ku dê di 12 û 13’ê Çileya 2014’an de bê lidarxistin bibin.
Sîham Dawûd di axaftina xwe de anî ziman ku Komîteya amadekar ya girêdayî Netewên Yekbûyî însiyatîfa wan wekî rêxistineke jinên Sûriyê vexwendine kongireke taybet û got:" Armanca civînê ewe ku hemû jinên Sûriyê werin cem hev."
Sîham Dawûd di dawiya axaftina xwe de got: “Însitiyatîfa Jinên Sûriyê ji bo beşdarî hemû civînên derbarê Sûriyê de bibe, Koalîsiyona Niştimanî Sûriyê û Desteya Kordînasyona Niştimaniya Sûriyê (Heyet El-Tensîq) agahdar kir lê heta niha ti bersiv ji wan ne hatine.”