Îran: Destwerdan wê gelemperiya Rojhilata Navîn tevlîhev bike

Îran: Destwerdan wê gelemperiya Rojhilata Navîn tevlîhev bike

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî bi rêya telefonê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re peyivî û sekna Rûsyayê ya der barê mijara Sûriyê de silav kir. Rûhanî da xuyakirin ku destwerdaneke gengaz a leşkerî, wê tevahiya Rojhilata Navîn tevlîhev bike.

Li gorî ajansa nûçeyan a Mehr, di daxuyaniya ji malpera Serokkomariya Komara Îslamî ya Îranê de hatiye ragihandin ku Rûhanî bi telefonê bi hevpîşeyê xwe yê Rûs Pûtîn re hevdîtin kiriye. Rûhanî diyar kir ku Îran û Rûsya der barê gelek mijarên girîng ên li ser herêmê de xwedî "nêrîna hevpar" in û got, "Sekna xurt û xwedî pîvan a Rûsyayê der heqê mijara Sûriyê de, wê ji aramiya li herêmê re bibe alîkar."

Rûhanî anî ziman ku gelekî xetereye bi pêşhukman biryar were dayîn ku li Sûriyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn û got, "Bikaranîna çekên kîmyewî li ku deverê û ji aliyê kê ve bê kirin, wê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bê şermezarkirin. Lê belê bêyî ku mijar zelal bibe, biryareke bi pêşhukmî were dayîn, wê encamên xetere bi xwe re bîne."

Rûhanî da xuyakirin ku gefên destwerdana leşkerî li Sûriyê rewşeke "bi fikar û guman e" û got, "Di vê demeke hesas a Sûriyê de, destwerdanek ji derve ya leşkerî, wê tevahiya Rojhilata Navîn tevlîhev û bêaram bike. Destwerdana leşkerî ya li dijî Sûriyê, wê hemû hewldanên welatên alîgirên aştiyê, têxe xeteriyê."

Li gorî ajansa nûçeyan a Mehr Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî gotiye, "Em bawer nakin ku rêveberiya Sûriyê çeka kîmyewî bikar aniye."  Pûtîn careke din dûbare kir ku welatê wî bikaranîna çekên kîmyewî teqez şermezar dike û got, "Lê mixabin hemû hewldanên me yên ji bo lêkolînkirina hêza çeka kîmyewî bikaraniye, ji nedîtî ve tên."

Pûtîn diyar kir ku di dest de ti delîl tineye ku hikûmeta Sûriyê çeka kîmyewî bikar aniye û anî ziman ku Rûsya bawer nake ku hêzên ewlekariyê yên Sûriyê çeka kîmyewî bikar anîne.

Serokdewletê Rûsyayê her weha destnîşan kir ku divê DYE û welatên Rojavayî ji bo îdîaya xwe ispart bike divê delîlên ku nîşan didin dewleta Sûriyê çeka kîmyewî bikar aniye, pêşkêş bikin. Pûtîn da xuyakirin ku divê DYE yê îdîa dike di dest de delîl heye, van delîlan pêşkêşî mufetîşên Neteweyên Yekbûyî bike.