Îran kasibkarekî Kurd kuşt
Îran kasibkarekî Kurd kuşt
Îran kasibkarekî Kurd kuşt
Êrîşên hêzên ewlekariyê yên dewleta Îranê li ser kasibkarên Kurd berdewame. Vê carê jî di encama êrîşa pasdarên komara Îslamê ya Îranê de, li bajarê Bane kasibkarekî Kurd jiyana xwe ji dest da û kesek din jî birîndar bû.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, roja 3’ê Îlonê hêzên ewlekariyê yên Îranê êrîşî ser komek kasibkarên Kurd li nêzîk gundê Bayindere yê ser bi bajarê Bane kirin.
Di encama vê êrîşê de kasibkarê bi navê Mihemed xelkê gundê Mam Sêwdîne jiyana xwe ji dest da û kasibkarekî bi navê Ebdulla bi giranî birîndar bû.
Hêjayî gotinê ye, ku li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, ji serê salê heta niha zêdeyî 49 kasibkar ji aliyê hêzên komara Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin.