Wezîrê Parastinê yê Îranê derbarê sîstema fuzeyên Patriot a ku dê li Tirkiyeyê bê bicihkirin de daxuyaniyek da û diyar kir ku ev yek ewlekariya Tirkiyeyê dixe xeteriyê.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Îsnayê, Wezîrê Parastinê Ehmed Wehîdî got: “Bicihkirina fuzeyên Patriot tu rol ji bo ewlekariya Tirkiyeyê nagire.”
NATO’yê beriya niha qebûl kiribû ku sê welatên endamên DYA, Almanya û Holanda li Tirkiyeyê bataryayên Patriot bi cih bikin. Lê tê diyarkirin ku ev sîstema fuzeyan a ji aliyê NATO’yê ve tê bicihkirin ne ji bo Sûriyeyê ye. Gelek derdor dibêjin ku ji bo Îranê ye.
Wahidî diyar kir ku Rojava tenê li pey berjewendiyên xwe ye û got: “Em bibandorkirina hebûna hêza welatên Rojava li herêmê erê nakin.” Wezîrê Parastinê îdîayên ku dibêjin Îran destekê dide hêzên rejîma Sûriyeyê jî derewand.
Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê jî bicihkirina fuzeyên Patriot li Tirkiyeyê weke amadekariya şerekî nû yê cîhanê bi nav kiribû.