Îranê cezayê girtîgehê li du Kurdên Mihabadî birî

Îranê cezayê girtîgehê li du Kurdên Mihabadî birî

Hunermendê Mihabadî ku piştî 8 mehan dibin çavan de ma, dadgehê jinûve ew mehkeme kir û cezayê 5 salan ê girtîgehê lê birî.

Faruq Samanî ku yeke ji hunermendên ciwan yê bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber sedema ku alîkarî bi partiyek Kurdî re kiriye li dij komara Îranê ji aliyê dadgeha şoreşê ya bajarê Mihabadê ve piştî 8 meh dibin çavande di girtîgehê de ma, jinûve mehkeme kirin û cezayê 5 sal zindanê lê hate birîn.

Li gorî heman çavkaniyan, birayê Faruq Samanî, Ferzad Samanî jî ji aliyê rijêma Îranê ve 9 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. 

Hêjayî gotinê ye li gorî serçaveyên bi dest ketine, Faruq Samanî di nava 8 mehan de gelek caran ketiye hûcreya yek kesî û li zindanên Urmiye û Mihabadê di dema lêpirsînê de rastî îşkenceyek dijwar hatiye.