Îranê ciwanek Azerî darve kir

Îranê ciwanek Azerî darve kir

Duh serê sibê li zindana Selmasê ciwanekî eslê xwe Azerî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hate darve kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê li zindana  bajarê Selmasê ciwanê binavê Peyman Qanih Kohneşehrî yê Azerî, ku li bajarê Selmasê dirûne, bihinceta ku li sala 2008’an hemwelatiyekî Azerî kuştiye, duh serê sibehê bi amadebûna xizmên wî û xelkê herêmê li pêş çavê gel hate darve kirin.

Li gorî agahiyên ku ji kesên nêzîkî ciwanê hatî darvekirin ragihandin ku, beriya ew bê darve kirin, ji aliyê gardiyanan ve rastî êşkenceyek giran hatiye û dest û lingên wî şikandine.