Îranê li dijî PJAK'ê bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir
Îranê li dijî PJAK'ê bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir
Îranê li dijî PJAK'ê bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir
Yek ji huquqnasên Îranê ku endamê asayişa neteweyî ya Îranê ye bang li rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê kir ku nêzikatiyên xwe li dijî PJAK’ê tund bikin.
Huçetulla Surî endamê asayîşa neteweyî û siyaseta derve ya şêwirmenda encumenê ya Îranê ji televizyona Press re ragehand ku pêwîste Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê çareseriyek ji bo parastina asayişa herêmê li dijî PJAK’ê dirûst bike.
Di demeke ku agirbest di navbera hikûmeta Îran û Partiya Çareseriya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê de berdewame, ev rayedarê Îranê PJAK’ê bi partiya terorîst bi nav dike û ji hikûmeta herêmê daxwaza ku li dijî PJAK’ê hinek astengiyan nîşa bide. Her wiha rayedar diyar kir ku ew nikarin partiya PJAK kontrol bikin û ji ber wê PJAK xebatên xwe berdewam dike. Rayedar diyar kir ku hêzên Îranê di çend salên bihurî de kariye li dijî PJAK’ê şer bikin.
Hucetula Surî di heman daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser serokê PJAK’ê Ebdulrehman Hacî Ehmedî û ser partiya wî. Surî diyar kir ku her çendî Îranê êrîş kiribe jî nekarî PJAK'ê têk bidin.
Ev daxuyaniye di demekî ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi şêweyekî yekser ji aliyê rejîma Sûriye û komên çeteyên El Nusra û komên din ên girêdayî El Qaîdê û ji aliyê dewleta Tirkiyê û aliyên Kurd êriş dikene ser gelê kurd, rast hat.