Îranê Parêzvanê Mafê Mirovan ê Kurd berda
Îranê Parêzvanê Mafê Mirovan ê Kurd berda
Îranê Parêzvanê Mafê Mirovan ê Kurd berda
Îranê Parêzvanê Mafê Mirovan ê Kurd Envar Hûseyîn Panah piştî 6 salan, serbest berda.
Enver Hûseyîn Panahî ku di sala 2007’ê de hate girtin bi mehan li navenda îstixbarata Korveh’ê ku dihate lêpirsîn û êskence kirin, ji ber ku ji bo mafê mirovan û li dijî bi karanîna madeyên hişber di nava xebatên bingehê Civaka sivîl de dixebitî weke dijminê Komara Îslamî a Îranê dihate tewanbarkirin.
Enver Hûseyîn û xwarzê wî piştî lêpirsînekî dem kurt bi cezayê îdamê hatine mehkûmkirin, lê belê cezayê wan di sala 2009 de careke din ji aliyê dadgehê ve hat dîtin û wergerande 6 sal cezayê zîndanê.
Enver Hûseyîn di roja derbasbûyî de cezayê wî xilas bû û ji zîndanê derket.