Yek ji malperên înternetê mezin ên înternetê yên li Îranê, anketek têkildarê Tirkiyeyê amade kir û encamên balkêş derketin. Di anketa ji aliyê malpera bi navê Asriran.com ve hat amadekirin de, hejmara kesên ku Tirkiyeyê weke dijmin dibînin, ji ya kesên ku Tirkiyeyê weke dost dibînin zêdetir bû.
Di anketa 27 hezar û 678 kes beşdar bûn de nêrîna Îraniyan a li hemberî Tirkiyeyê hat pirsîn. Pirsa ji sê şiqan pêk dihat, tenê ji sedî 18’yê wan diyar kirin ku ew Tirkiyeyê weke dost dibînin. Ji sedan 19’yê Îraniyên beşdarî anketê bûn Tirkiyeyê weke dijmin nîşan dan, ji sedî 63’yê wan jî Tirkiyeyê weke welatek reqîb ê li herêmê bi nav kirin.
Hêjayê gotinê ye ku ji ber danîna radara fuzeyan a li Tirkiyeyê, têkiliyên di navbera Tehran û Enqereyê de ne baş bibûn.
Herî dawî Tirkiyeyê ragihandibû ku ew ê di çarçoveya embargoya navneteweyî ya li ser Îranê de rêjeya petrola ji Îranê dikirin kêm bikin.