Di encama êrîşên bombeyî yên li patexta Iraq Bexda, bajarên Hîlle û Kerbelayê li hemberî Şiîyan pêk hatin de herî kêm 62 kes mirin û zêdetirê 200 kes birîndar bûn.
Li paytext Bexdayê, rêze êrîşeke bombeyî hat lidarxistin. Li gorî agahiyên destpêkê, li nêzî 10 cihan li dijî Şiîyên ji bo bîranîna Îmam Mûsa El Qadim hatin lidarxistin êrîşên bombeyî pêk hatin û di encamê de herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Hîlleyê jî, di encama du teqînên nêzî xwaringehek pêk hat de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan. Polîsan ragihand ku ziyanek mezin gihiştiye avahiyên derdorê.
Di encama teqîna li Kerbelayê jî pêk hat de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çavkaniyên polîsan ragihand ku ragihandin ku êrîş ne tenê li van her sê bajaran pêk hatine, gelek bajarên din bûne hedef.