Iraq êdî penaberan qebûl nake

Iraq êdî penaberan qebûl nake

Parlementoya Iraqê biryar da ku penaberên ji Iraqê direvin welatên Ewropa û bi taybet jî Swêdê, bi dare zorê vegerandina li welatê wan rawestîne û diyar kir ku ew ê van penaberan êdî qebûl nekin.

Bi vî awayî, peymana di 2008 de, di navbera her du welatên Iraq û Swêdê de ji bo bi darê zorê dersînorkirina penaberan êdî ji hole rabû û dê cezayê pere li şîrketên hewayî yên penaberan tînin Iraqê bê birîn.

Ji bo biryareke wiha bê girtin, parlementera Iraqî Ligga Wardi rolek girîng leyîst û got; “penabaran bi zora polîsan li Iraqê vedigerînin, ev yek ne tiştek mirovahiyê ye.”

Wezîrê Penaberan ê Swêdê Tobias Billström nerazîbûn nîşanî vê biryara da û diyar kir ku êdî Iraq ne alîgirê peymana bi Swêdê re ye. Billstrom destnîşan kir ku divê biryareke wiha ya dîplomatîk ne parlemento, dive hikûmet bide.

Konseya Ewropa û NY’yê gelek caran hikûmeta Swêdê ji ber polîtîkayên wê yên li hemberî penaberan rexne kiribûn û xwestibûn ji bo mafê penabertiyê polîtîkayek nermtir xwestibûn.