Hikumeta Iraqê ji ber serdana Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû ya Kerkûkê notaya protestoyê da Tirkiyeyê.
Hate diyarkirin ku, nota radestî meslehetguzara Bexdayê ya vexwendî Wezareta Karê Derve ya Iraqê kirine. Hate gotin ku di notayê de hatiye gotin ku, pêwîste bilez derbarê serdana bê destûr ya Ahmet Davûtoglû ya Kerkûkê were îzahat kirin.
Hikumeta Iraqê di derbarê serdana Davûtoglû duh jî daxuyaniyek hişk weşandibû û dab û diyarkirin k, mafê wan heye ew Davûtoglû bigirin.