Dengdana ji bo “dewleta çavdêr ya ne endam” a Dewleta Filistînê îro di rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Di dengdanê de dê 193 dewlet deng bi kar bînin û ger bigihe piraniyê dê Filistîn jî bibe xwediyê statuya “saziya çavdêran” û bi vî awayî dê ji bo serxwebûna xwe serkeftineke dîplomatîk bi dest bixe.
Pêşnûme dê îro bikeve dengdana Lijneya Giştî ya NY’yê. Di pêşnûmeyê de tê gotin; “Ger statuya dewleta çavdêr were qebûlkirin, ev yek dê ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve jî were erêkirin.” Di pêşnûmeyê de ji bo çareseriya aşitiyane bang tê kirin û tê xwestin ku bi şertê sînorên berê sala 1967an ên bi Îsraîlê re Filistîn weke dewlete serbixwe cih bigire.
WELATÊN MEZIN JI BO DENGDANÊ PARÇE BÛN
Tê payin ku bi awayeke teqez pêşnûmeya ji bo Filistînê were qebûlkirin. Ji nunerên Rêxistina Rizgariya Filistinê (RRF) Hanane Aşwarî da zanîn ku ji bo qebûlkirina pêşnûmeyê het aniha ji sêyan duyê 193 welatan dengê erê bi kar tînin.
Di nava welatên ku dengê erê didin pêşnûmeyê de endamê daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NY’yê Franse, Rûsya û Çîn jî hene. Li gel van welatan Hindistan, Spanya, Awusturya, Swîsre û welatên Îskandinavyayê jî hene.
Îsraîl bi zimaneke tund li hemberî vê yekê derdikeve û welatên weke DYA, Holanda û Kaneda li dijî wê yekê ne ku Filistîn bibe xwedî statuya çavdêriyê. Tê payin ku welatên weke Îngilîstan, Awisturalya û Almanya jî dengê “bêlayen” bi kar bînin.