Îro jî gorên gerîlayan hatin ziyaretkirin

Îro jî gorên gerîlayan hatin ziyaretkirin

Cejna Qurbanê ya duh li herêmê bi ziyaretkirina gorên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê ku destpê kir, di pêşengiya BDP'ê de îro jî bi ziyareta goristanan berdewam kir. Alîkarê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Hemît Geylanî yê beşdarî bernameya cejna Geverê bû got, Serokwezîr Erdogan li şûna mudaxeleyî heyeta diçe Îmrali bike bila ew bi xwe biçe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Li navçeya Gever a Colemergê bi wesîleya Cejna Qurbanê li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Geverê cejn hat pîrozkirin. Alîkarê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Hemît Geylanî, Parlamenterê Colemêrgê Esat Canan, Hevserokê Rêxistina Colemêrgê Rehmî Kûrt, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Şaredarê Bajergeh Xurşît Altekîn jî di merasima pîrozkirina cejnê de amade bûn. Piştî pîrozkirina cejnê Geylanî bal kişand ser "Pakêta demokratîkbûyînê" û got pakêt vala bû.

Geylanî diyar kir ku, Erdogan timî mudaxeleyî heyeta ku diçe Îmrali dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Erdogan ji kesên diçin Îmrali re dixwaze ku axaftinên hatine kirin neyên aşkerakirin. Serokwezîr Erdogan dibêje, 'Ez kê bixwazim wê ew biçe Îmrali.' Baş e , Erdogan, te pêşiya Ehmed Turk, Gultan Kişanak, Altan Tan, Sirri Sureyya Onder, Selahattîn Demîrtaş girt. Lê qusûrê efû bike, ev ne wek ên tu dixwazî, ji bo gelê Geverê gelê Kurd xwest wê biçin. Madem tu naxwazî ew mirov biçin, wê demê tu biçe. Aştî wiha nabe. Ev nêzîkatî astengkirina pêşiya aştiyê ye. Çêkirina qereqolan, zêdekirina cerdevanan, zimanê ku Erdogan bi kar tîne bi armanca dewamkirina şer e."   

SÊRT

Bernameya cejnê ya Şaredariya Sêrtê dewam dike. Tevahiya rojê bi hezaran mirov hatin ziyareta şaredariyê. Ligel wê di nav de endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Faruk Saglam, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)'ê ya Sêrtê Yilmaz Çinar û Melîha Ogrenç û gelek nûner û rêveberên sendîka û saziyên civaka sivîl jî ku hebûn hatin Şaredariya Sertê û ji aliyê Şaredar Selîm Sadak û xebatkarên şaredariyê ve hatin pêşwazîkirin.

WÊRANŞAR

BDP'a Wêranşar di duyemîn roja cejnê de bi hemwelatiyan re bernameya cejnê organîze kirin. Piştî pîrozkirina cejnê ya li avahiya partiyê endam û rêveberên BDP'ê û xebatkarên Şaredariyê bi hev re çûn Navenda Çand û Huner a Med a Şaredariya Wêranşar û li wir hemwelatiyên ji bo pîrozkirina cejnê hatin li ber deriyê navendê pêşwazî kirin.

ŞIRNEX

BDP'a Şirnexê bi girseyî çûn serdana gorên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane. Beriya serdanê hemwelatî li ber avahiyê kom bûn. Demeke kurt hejmara hemwelatiyan gihişt hezaran û bi awayekî girseyî bi dirûşmayan berê xwe dan "Goristana Şehîdan" a li Taxa Dîcle. Girseya ku dirûşmayên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" qîr dikirin û pankarta "Em Komploya 9'ê Cotmehê nelet dikin" vekirin, dema gihiştin goristanê dua xwendin û piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin.

ÇEWLIK

Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, bi wesîleya Cejna Qurbanê esnafên li bajêr ziyaret kir. Baluken her wiha pirsgirêkên esnafan guhdar kir û têkildarî pêvajoyê sohbet kir.

ÊLIH

BDP’a Êlihê bi wesîleya Cejna Qurbanê li Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê bernameya cejnê pêk anî. Paşê Parlamentera Êlihê Ayla Akat Ata, Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Bajêr Serdar Atalay û Rahşan Çarboga, rêveberên navçe û bajarokan, nûner û rêveberên HDP'ê, saziyên civaka sivîl, DOKH, Dayîkên Aştiyê jî di nav de çûn pîrozkirina cejna şaredariyê, paşê jî Rêxistina Navçeyê ya Navendê ya BDP'ê hat ziyaretkirin.

Paşê jî rêxistina Bajarokê Girsîra ya BDP'ê jî bi wesîleya cejnê hat ziyaretkirin.

PÎRSÛS

Li navçeya Pîrsûs a Rihayê di pêşengiya Rêxistina Navçeyê ya BDP'ê û MEYA-DER de gorên gerîlayên PKK'ê û yên HPG'ê hatin ziyaretkirin. Di ziyaretan de rêveberên BDP'ê, Wekîla Şaredarê Pîrsûsê Hulya Demîr û endam û rêveberên saziyên civaka sivîl amade bûn. Di ziyaretan de posterên Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Piştî duayên li ser goran, girse bi dirûşmayan belav bû.