Îsa Hiso hate bibîranîn

Îsa Hiso hate bibîranîn

 Li Qamişlo merasîma çilê koçbûna siyasetmedarê Kurd û Endamê Komîteya Dîplomasî ya Desteya Bilind a Kurd Îsa Hiso hate lidarxistin.

Merasîm li ser gora Îsa Hiso ya li goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate lidarxistin. Di merasîma bi rêzgirtinê destpê kir de, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Nûrî Eba Bekir axivî û berxwedana Îsa Hiso ku ji bo pêşxistina siyaseta kurdî li Rojava anî ziman. Ebû Bekir, da zanîn ku Hiso her dem ji bo biratiya gelan di nava kar û xebatê de bû bi hemû pêkhateyên Rojava re di nava danustendinê de bû. Piştre li ser navê Malbata îsa Hiso kurê wî Ebdela Hiso axivî û da zanîn ku cihê şehdan cihekî pîroze. Hiso, bal kişand ser berxwedan bavê xwe ya 30 salî.

Îsa Hiso di 30’ê Tîrmehê de di ecama teqandina wesayîta wî de jiyana xwe jidest da.