Îsbata plana dewleta Tirk a li Serêkaniyê

Îsbata plana dewleta Tirk a li Serêkaniyê

Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, komên çekdar di pevçûn ku ev 8 roj in dom dikin de, li hemberî hêzên YPG’ê windahiyên mezin didin. Lewre jî serî li rêbazên şerê taybet didin. Piştî van rêbazan jî hate gotin ku ev pêkanîn perçeyek plana Tirkiyeyê ye û agahiyên ku van nûçeyan piştrast dikin derketin holê. Aşkere bû ku ji çeteyên li Serêkaniyê hatine kuştin, yek ji navçeya Hênê ya Amedê ye û navî wî Mahmut Akyildirim e. Kesên li malbata Akyildirim geriyan, jê xwestin ku biçin cenazeyê xwe bigirin.

Li Sûriyeyê bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re, hêzên herêmî û navnetewî, ji tirsa ku dê li hemberî îradeya gel a derketiye holê berjewendî û statuya xwe winda bikin, di her fersendê de hewl didin ku vê îradeyê bişikînin. Di rêza yekemîn a van hêzan de jî Tirkiye tê. Tirkiyeyê endamên Artêşa Suriya Azad li kampên leşkerî yên bajarên Edene û Hatayê perwerde kirin, herwiha li Stenbol, Antalya û Rihayê muxalefeta Suriyeyê kom kirin û xwest ku îradeya gel a li Rojavayê Kurdistanê derketiye holê bişkîne.

Herî dawiyê jî biryara operasyona dersînor ji meclîsê derxistibû. Piştî vê biryarê jî, êrîşên komên çekdar ên li dijî herêmên kurdan dest pê kirin. 27’ê Cotmeha sala 2012’an komek çekdar a girêdayî Emar Dadîxî ku bi eslê xwe Tirkmen e, êrîşî gundê Qeslet Cindo ê girêdayî bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê kir. Hatibû gotin ku ev kom ji Tirkiyeyê alîkariya çek û techîzata leşkerî digire.

PLANÊN LI SER SERÊKANIYÊ

Komên çekdar ji van êrîşan tu encam negirtin, lê 8’ê Mijdara sala 2012’an de vê carê komên çekdar ji Navçeya Serêkaniyê ya girêdayî bajarê Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê derbasî bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bûn û bi hinceta ku hêzên rejîmê li vir in, êrîş pêk anîn.

Lê 19’ê Mijdara sala 2012’an êrîşî gel û hêzên parastinê kirin. Komên ku windahiyên mezin dan, 24’ê Mijdarê de neçar man ku agirbestê bixwazin, lê 10’ê Kanûna 2012’an dîsa êrîş kirin. Komên çekdar di van êrîşan de jî windahiyên mezin dan û dîsa agirbest xwestin, lê dema hevdîtin dom dikirin, komek rayedarên Tirkiyeyê dibin navê rojnamevanan de derbasî Serêkaniyê bûn û ji komên çekdar xwestin ku êrîşên xwe bidomînin û gotin ku dê li hemberî vê her daxwazek wan bê bicîhanîn. Li aliyê din sînorê ku heta wê demê mayinkirî bû û destûr nedihat dayîn ku tu kes derbas bibe, hate vekirin û komên çekdar bi rehetî hatin û çûn. Ev yek jî bi dîmenan di çapemeniyê de hatibû weşandin.

Li gel dîmenên derketine holê û daxuyaniyên hatine dayîn jî, rayedarên Tirkiyeyê qebûl nekir ku alîkariya komên çekdar dike. Lê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu daxuyaniyek wekî, “Em kesên di pevçûnên li Sûriyeyê de birîndar bûne, derman dikin” dabûn û di wateyekê de li xwe mikûr hatibûn.

Komên çekdar ku piştî hevdîtinan peyman îmze kiribûn û li gorî vê peymanê diviyabû ku ji bajêr derkevin, di 16’ê Çileya 2013’an de vê carê bi tankan êrîşî bajêr kirin. Pevçûnên ku destpê kiribûn ev 8 roj in didomin û li gorî gelek îdîayan dewleta Tirkiyê alîkariya van koman dike û wan araste dike.

JI AMEDÊ 7 KES ANÎN

Herwiha hatibû gotin ku çend roj beriya niha ji navçeya Hênê ya Amedê 7 kes anîne Serêkaniyê û bi komên çekdar re êrîşî gel kirine. Dîsa hatibû gotin ku van kesan rêbazên şerê taybet ên ku di salên 1990’an de li Bakûrê Kurdistanê li dijî gel hatine pêkanîn bikar tînin. Îro jî agahiyên ku van nûçeyan îsbat dikin derketin holê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, kesên nasnameya wan nediyar li welatiyê bi navê Raîf Akyıldırım ê li navçeya Hênê ya Amedê rûdine geriyan û jê re gotin ku kurê wî yê bi navê Mahmut Akyildirim 3 roj beriya niha di pevçûna li Serêkaniyê de hatiye kuştin û jê xwestin ku biçe cenazeyê wî bigire. Lê nehate gotin ka dê cenaze ji ku derê bê girtin. Li ser vê yekê kurê mezin ê Akyildirim ê bi navê Sabrî Akyildirim 3 kes ji malbatê girtin cem xwe û ber bi Serêkaniya Serxetê ve derket rê. Nehat zanîn ka malbatê cenaze girtiye yan na.

Hate hînbûn ku ji 6 kesên din ên çûne Serêkaniyê jî navên 3 kesan Nurullah Avci, Îbrahîm Bîlge û Îbrahîm ku paşnavê wî nehate hînbûn e.

HÎZBUL-KONTRA DI DEWREYÊ DE YE

Bikaranîna rêbaza şerê taybet a komên çekdar li Serêkaniyê, faaliyetên Hîzbul-kontro û kuştinên kiryar nediyar ku di salên 1990’an de li Bakûrê Kurdistanê ji aliyê dewletê ve piştî ku li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê têkçû bikar anîbûn, tîne bîra mirovan. Pispor jî tiştên ku tên jiyandin bi van gotinan şîrove dikin: “Tirkiye dixwaze ku tişta nekariye li Bakûrê Kurdistanê pêk bîne, bi van hewldanên xwe li Rojava pêk bîne. Dixwaze bi vî rengî îradeya gel a li vir bişikîne û bi vê riyê zemîna mudaxeleyê amade bike."