Îşkenceya li erdhejzedeyan dewam dike
Îşkenceya li erdhejzedeyan dewam dike
Îşkenceya li erdhejzedeyan dewam dike
Drama erdhejzedeyên Wanê, ku ev 2 mehin ji ber derfetên bicihbûnê jê re nehatine dayîn û tê xwestin bi zorê ji konteyniran bên derxistin di greva birçîbûnê de ne, dewam dike. Erdhejzede der barê mijarê de bi Alîkarê Waliyê Wanê û Serokê Rêxistina AKP'ê yê Bajêr re hevdîtin kirin, Alîkarê Walî di mijara alîkariya kirê ya 6 mehan de jê re gotiye, 'Hûn derkevin, ji xwe ra xanî bibînin. Ji bo kesên rewşa wan gelekî nebaş e bi rêya Fona Alîkariya Civakî emê alîkariyê bidin', Serokê Rêxistina AKP'ê ya Wanê Abdûllah Aras jî şert daniye pêşiya erdhejzedeyan û ji wan re gotiye, 'Em dikarin bi şert eletkrîkê bidin we. Eger hûn kaxizekê îmze bikin ku heta meha Adarê konteyniran vala bikin, hingî elektrîkê were dayîn.'
Tevî ku di ser erdheja Wanê re du sal derbas bûne jî li Wanê şopa erdhejê hînê jê neçûye. Êş û şopên erdhejê ligel ku li rastê tê dîtin jî rayedarên hikûmetê îdîa dikin ku wan birînên erdhejê bi ez pêçandine. Lê belê rewşa mirovên li konteyniran bi tenê nîşan dide ku ev îdîayên rayedaran ne rast in. Berxwedana greva birçîbûnê ya erdhejzedeyên tê xwestin bi zorê ji konteyniran bê derxistn jî, ev du mehin dewam dike. Hînê ji pirsgirêkên welatiyan re çareserî nehatiye dîtin. Bi hatina zivistanê re rojên dijwar li benda erdhejzedeyan e. Bi taybetî jî şewateke gengaz a li malên konteyniran, gefê li jiyana welatiyan dixwe.
"RAYEDAR MÎNA KOR Û LAL TEVDIGERIN"
Yek ji erdhejzedeyan Feyzî Gungor behsa pirsgirêkên xwe kir û got, "Em li vê derê mexdûriyeteke gelekî mezin dijîn. Ji ber sermayê ez nikarim razêm. Bebekên 2-3 mehî hene, kes li halê wan nafikire. Divê çareyek ji me re bê dîtin. Rayedarên çavên wan bi tenê koltixan dibînin, li hemberî vê rewşê kor û lal in. Walîtiya Wanê dibêje ewê ji bo kirê alîkariyê bide, lê vê jî bi hin şertan ve girê dide. Dibêjin, 'biçin ji xwe re xanî bigirin, dûre serî li Fona Alîkariya Civakî bide. Emê alîkariyê bide mirovên xizan û nikarin li xwe binêrin, ku rewşa wan gelekî nebaş e.' Di vê rewşê de em çi bikin? Em dixwazin dawî li vê mexdûriyeta me bê anîn."
"WALÎ HER TIŞTÎ BI ŞERT VE GIRÊ DIDE"
Erdhejzede Nûrettîn Yalmaç jî da xuyakirin ku wan bi Serokê Rêxistina AKP'ê ya Wanê Abdûllah Aras re hevdîtin kirine û diyar kir ku wî jî mîna Waliyê Wanê heman tişt aniye ziman. Yalçam ragihand ku wan xwestine qet nebe elektrîk ji wan re bê dayîn, lê belê Aras gotiye ew bi Walî re axiviye, eger qebûl bikin ku heta meha Adarê ji konteyniran derkevin, ewê elektrîkê bidin wan. Yalmaç got, 'Ewê alîkariyê nede mirovên xwedî sîgorta û teqawît. Ji me re çareseriyeke mayînde dernaxînin. Em vê qebûl nakin û berf jî be gêdûk be jî emê li vir berxwedana xwe dewam bikin."
"WALÎ NAXWAZE ME BIBÎNE"
Berdevkê erdhejzedeyên ketin greva birçîbûnê Elî Ahî jî got, "Dibêjin BDP me bi rêve dibe. Dema me bi Serokê Rêxistina AKP'ê re hevdîtin kir, hin axaftinên ku tê vê wateyê, kir. Mûxatabê vî karî AKP ye, ji ber ku ew dewletê birêve dibin. Walî jî her tiştî bi şert ve girê dide. Em di bin bandora kesî de nînin. Divê rayedar tavilê bikevin nava tevgerê. BDP piştgiriyê dide me. Ne tenê BDP gelek derdor destekê didin me, lê kes me bi rêve nabe. Em mirovên mexdûrin ku zerara me li kesî nîne. Bi zora ti partiyeke siyasî em tevnagerin. Şert û mercên em tê de dijîn li holê ne. Hemû derî li rûyê me girtin. Em ji Waliyê Wanê re dibêjin dixwazin pê re hevdîtinê bikin, lê di şûna me bibîne radibe Alîkarê Walî dişîne gel me. Em jî neçûn vê hevdîtinê. Waliyê bajêr bi mirovên mexdûr re hevdîtinê nake. Gelo tiştekî wiha dibe? Dûre jî îdîa dikin ku BDP me bi rêve dibe. Em bang li wan dikin ku van îdîayên xwe îspat bikin."