Îspata ku Artêşa Azad piştgiriya El-Nusra dike
Îspata ku Artêşa Azad piştgiriya El-Nusra dike
Îspata ku Artêşa Azad piştgiriya El-Nusra dike
Yek ji fermandarên Artêşa Azad Mihemed El-Letûf di êrîşên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra yên li dijî gundên rojavayê Kobanê cih digirt û ji aliyê hêzên YPG’ê dîl hatibû girtin, piştî peymanê ji aliyê Asayîşê ve serbest hate berdan.
Dema çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra êrîşî herêmên Rojavayê Kurdistanê kirin, derket holê ku gelek tabûrên Artêşa Azad bi El-Nusra re bûne yek û êrîşan li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk tînin.
Ev yek di daxuyaniya endamê meclîsa leşkerî ya Helebê Ebdulcebar El-Iqêdî de ku, di civîneke fermandarên Artêşa Azad de gotibû emê kurdan tunebikin radixe ber çavan ku Artêşa Azad piştgirtiya El-Nusra dike.
Her wiha di pevçûnên li gundê Îleçax ê rojavayê Kobanê de fermandarê tabûra El-Kerame ya girêdayî Lîwai El-Tewhîd Mihemed El-Letûf dîl kete destê hêzên YPG.
Mihemed El-Letûf ku ji gundê Kelkele ya girêdayî Minbicê ye, piştî peymana ku di navbera Desteya Bilind û Artêşa Azad hate îmzekirin ji aliyê hêzên Asayîşê ve serbest hate berdan.