Îsraîlê dîsa Xezzeyê bombebaran kir: 1 jê zarok 10 mirî

Îsraîlê dîsa Xezzeyê bombebaran kir: 1 jê zarok 10 mirî

Balafir û hêza deryayî ya Îsraîlê di saetên danê sibê de careke din dest bi bombebarankirina Şerîda Xezzeyê kirin. Di encamê de herî kêm 10 kes jiyana xwe ji dest dan. Roja şemiyê jî di êrîşan de piraniya wan jin û zarok 31 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Îro jî , dewleta Tirk careke din dest bi bombebarankirina taxa Zeytûn a Xezzeyê kir. Di encamê de herî kêm 10 kes jiyana xwe ji dest da.

Ji heman malbatê 3 kesên Deyr-el-Balal a ya Filistînê di wesayitekê de di encama êrîşekê de jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha, li bajarê Beyt Lahiya jin û mêrek 50 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Xan Yunus a Şerîda Xezzeyê li Oarara yê êrîşeke hewayî hat lidarxistin û di encamê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gel êrîşa li taxa Zeytûnê hate lidarxistin, di saetên şevê de balefirên şer ên Îsraîlê avahiya polîsan a li Xezzeyê bi temamî hilweşand. Keştiyên şer ên Îsraîlê jî heta derengiya şevê Şerîda Xezzeyê bombebaran kir.

Roja şemiyê jî Şerîda Xezzeyê, li taxa Nasir avahiyeke sê qat di encama êrîşa hewayî de hat hilweşandin û di encamê de ji malbatekê çar jin, 5 jê zarok û bi giştî 11 kes jiyana xwe ji dest dan.

Roja çarşema borî jî, di encama operasyona li dijî Şerîda Xezzeyê 87 Filistînî, 3 Îsraîlî û bi gitşî 90 kes miribûn.

Raydara bi navê Iron Dome ya Îsraîlê diyar kir ku du roketên li dijî Tel-Avîvê hatine tesbîtkirin. Di êrîşan de 7 Îsraîlî birîndar bûn.

Li gorî artêşa Îsraîlê, ji roja çarşemê ve 846 roket avêtine axa Îsraîlê û ji vana 302 ji aliyê radaran ve hatine girtin.