Îsraîlê ji êrîşa Bulgarîstanê de Îran berpirsyar dît

Îsraîlê ji êrîşa Bulgarîstanê de Îran berpirsyar dît

Li bajarê Burgaz a Bulgarîstanê li dijî otobusa ku turîstên Îsraîlê dibirin êrîşa bombeyî pêk hat û 8 kes mirin 34 kes birîndar bun. Hate îdiakirin êrîş ji aliyê çalakgerê xwekujiyê pêk hatiye û Îsraîl jî ji vê buyerê Îranê berpirsyar dibîne.

Teqîn duh êvarê pêk hat. Bi bandora teqînê re du wesayîtên din jî agir pê ket û şewitin. Di bûyerê de 5 welatiyên Îsraîlê bi giştî 8 kes mirin û 34 kes jî birîndar bun. Rayedarên Bulgarîstan û Îsraîlê gotin ku bombeyek buye sedema teqînê û teqîn ne di hundirê otobusê de ligel otobusê teqiyaye.

Ji wezareta Karê derve ya Israîlê rayedarek ji rojnameya Israîlê Haaretz re axivî û got teqîn di hundirê otubosê pêk hatiye û êrîşa întîxarê ye. Serokwezîrê Bulgarîstanê Boyko Metodiev Borsov jî got buyer diencama êrîşa xwe întîxarê de pêk hatiye.

Polîsên Bulgarîsatanê jî îlan kir ku gumanbarek tesbît kirine. Li ser kesê ku hêj navê wî nehatiye aşkera kirin, ehliyeteke sexte ya ji bajarê DYA Mîchhînganê girtiye hebû.

Ev êrîş di qeydan de wekî êrîşa herî mezin a li dijî welatiyên Israîlê pêk hatiye derbas bû. Her wiha Israîl ji vê buyerê Îranê berpirsyar dibîne. Serokwezîrê Israîlê Bînyamîn Netayahu wiha got: “Hemû delîl Îranê nîşan dide. Êrîş dişibe hewldanên êrîşa Hîndîstan, Gurcistan, Tayland, Kenya û qibrisê. Em çalakiyeke terorêye. Îsraîl dê bersiva vê bide.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Ehud Barak jî got ev êrîş di bin kontorola Îranê de ji aliyê rêxistina Hîzbulah a Libnanê pêk hatiye.