Hêza Deryayaî ya Îsraîlê li dijî keştiya Estelle ya ku alîkariyê ji Xezzeyê re dibir, bi hinceta guh nedaye embargoyê ji aliyê, operasyonek li dar xist. Keştiya Fînlandiyayê 7’ê cotmehê ji lîmanên Napoliyê veqetiyan û li ser Deryaya Spî berê xwe da Xezzeyê.
Artêşa Îsraîlê piştrast kir ku leşkerên hêza deryayî ya Îsrîalê di keştiyê de ne û diyar kir ku di serdegirtina keştiyê de tu kesk birîndar nebûne lê belê agahiyên berfireh neda.
Hate zanîn ku piştî rêya Estelle hate birrîn, berê wê dane lîmanan Aşdod a Îsraîlê. Hat diyarkirin ku di keştiya Estelleyê de çîmento û abûrên bijîşkî hebûn.
Leşkerên Îsraîlê bi heman awayi du sal beriya niha, êrîş li dijî keştiya Tirkan a Mavî Marmarayê pêk anîbû û di encamê de 9 kes hatibûn kuştin.
Îsraîl îdîa dike ku ev dorpêça Xezzeyê bi hinceta pêşîlêgirtina amûrên leşkerî û zextê li ser rêveberiya Hamasê bike, ev embargo heye.
Wezîrê Derve yê Norwecê Espen Barth Eide beriya niha daxuyaniyek dabû çapemeniyê û ji rêwiyên keştiyê xwest ku dest ji derbaskirina embargoya Îsraîlê berdin.
Îsraîlê jî kesên di keştiyê de bi hinceta terorîst tawanbar kiribû û ji bo keştiyên sivîl neyên peravên Îsraîlê li cem Neteweyên Yekbûyî (NY) gilî kiribûn.